Dilgeşê 3 salî di hucreyê de ye: Ava germ tune, nikare serê xwe bişo

Dilgeş hê 3,5 salî ye. Ew û dayika wî xistin girtîgehê. Di gurçikên Dilgeş de nexweşî heye û ji ber ku ava germ tune, nikare serê xwe bişo.

Dewleta Tirk di 22’ê Gulanê de li Amedê girtibû ser Komeleya Jinan a Rosayê û Dilgeşê 3,5 salî tevî dayika wî, ew xistibûn girtîgehê.

Di 29’ê Gulanê de heyeteke HDP’ê çûbû serdana Dilgeş û dêya wî Gonul Aslan ên ku di Girtîgeha Jinan a Amedê de ne. Heyetê diyar kiribû ku kesên hatine girtin wê 14 rojan di karantînayê de bin.

Dilgeş hê jî tevî dayika xwe di hucreyê de ye. Bavê wî Rêzan Aslan ê li Elmanyayê penaber e ji radyoya Dengê Welat re axivî.

Aslan diyar kir ku ji ber ava germ tune, Dilgeş nikare serê xwe bişo. Aslan bal kişand ser vî tiştî ku di gurçikên Dilgeş de nexweşî hene û nikare xwarina ji bo mezinan bixwe. Aslan got ku, “Dilgeş du caran ameliyat bûye û nexweşiya wî kronîk e. Ez penaber im û nikarim bi wan re biaxivim. Bi saya malbat û parêzeran ez agahiyan ji wan distînim.”