Dilê Ethem Sarisuluk jî sekinî
Dilê Ethem Sarisuluk jî sekinî
Dilê Ethem Sarisuluk jî sekinî
Ethem Sarisuluk ê di 1'ê Hezîranê li êrişa çekdarî ya polêsê Tirk rast hat, dilê wî sekinî.
Ethem Sarisuluk ê di xwepêşandana li Enqerê ya ji bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî de, bi fîşeka polêsan ji serê xwe bi giranî birîndar bû, dilê wî sekinî.
Karkerê OSTÎM'ê Ethem Sarisuluk ê 27 salî, piştî têkoşîna 11 rojan a jiyanê, destpêkê mejiyê wî mir û îro jî dilê wî sekinî.
Otopsiya Sarisuluk wê li Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê were kirin. Tê payîn malbat û xizmên Sarisuluk, li ber Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê li hev kom bibin.