‘Dîktatorek çû, hezar dîktator hatin’

‘Dîktatorek çû, hezar dîktator hatin’

Hemû cîhanê rojnamegerê Iraqê Muhtazar el –Zeydî bi avêtina pêlava xwe ya li serokê DYA’yê nas kir. Ev çalakî bibû bersiva pêkanînên li welatê wan pêk hat, şewitandin û dagikirina welatê wan. DYA’yê her çiqas piştî salan şûnde beşek mezin ya hêza xwe ya leşkerî ji Iraqê vekişandibe jî hêj bandora texrîbata wê ya mezin heye. Muntazar el-Zeydî ku li ser daweta Muslimanên Sosyalîst hat Tirkiyê ji ANF’ê rewşa Iraqê wiha dibêje;Dîktatorek çû hezar dîktator hatin.’ El-Zeydî nirxandinên Sûriyeyê nirxand û got: “Gelo dê azadî bi El Qaîdeyê bê? Ji Dya, Israîl û Suudî Erebîstana ku bihara Ereban veguher zivistanê,  bendewariya dewletên demokratîk bûn xeyal.

El-Zeydî der barê avêtina pêlava xwe ya li serokê DYA’yê wiha nirxand: “Amerîkayê welatê me dagir kir. Li her derê reklam kir û got gelê Iraqê me bi kulîlkan pêşwazî dike. Min jî got em li djiî dagirkeriyê,  em bi kulîlkan pêşwazî nakin, gelê Iraqê dagikeriya DYA’yê naxwaze. Ji ber vê min pêlava xwe avêtê.

El-Zeydî da zanîn ku li ser vê sê rojan di bin îşkenceya leşkerên Iraqê de maye û got: “Div û difina min şikestin. Darbeyên mezin li pişta min xistin. Îşkenceya giran li min kirin. Ez kirim lêpirsînê. Ji min re gotin kî li pişta te ye. Min jî got hemû gelê Iraqê li pişt min e. Piştre ez sê mehan di hucreya yek kesî de mam. 9 mehan di girtîgehê de ma. Ya ku herî zêde min diêşîne, ne CIA’yê, leşkerên Iraqê îşkence l min kirin.

LI DIJÎ DU KULEYAN DU WELAT

El- Zeydî da zanîn ku bûyerên 11’ê îlonê Amerîkayê bi xwe amadekiriye û got: “ Ev lîstikek mezin bû li gorî min. Ji bo du kuleyan du welat. 6 hezar welatiyên Amerîkayê hatin kuştin. Li dijî vê li Iraq, Afganîstan û Lubnanê 2 mîlyon kes mirin. Me zirarek mezin dîtin. Hemû mal û milkê gel şewitandin. Xaniyê min jî ku min bi keda salan çêkiribû şewitandin. Zarokên gel di şewatande  mirin. Her tişt pir bi êş bû. Me êşên mezin kişandin. Rumeta gel hat şikandin. Berhemên me yên dîrokî hatin talankirin. Artêşa me hate belavkirin. Ewlehî tunebÛ. Gelê me, wek kurd, şîî û sunî ji hev hat cudakirin. Mezhebî hat bû hikûmet. Gelê me bi nexweşiyên xeter ket. Psîkolojiya mirovan têk çû. Ma ez kîjanê bêjim ku...

El-Zeydî destnîşan kir ku piştî Saddam Huseyîn rêveberî zêdetir xerab bû û dîktatorek çû, hezar dîktator hatin.

BIHARA EREBAN VEGUHERÎ ZIVISTANÊ

El-Zeydî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin gelê me bi dîtbariyê bawer dike.  Lîderên şer, li ser makîneyên ser radiwestin, lîtikan çêdikin, planan dikin. Gel berdidin hev. Vê jî bi kuştina mirovan, bi bombekirina cihên pîro, surgunkirina mirovan, şewitandina gundan û mezhebiyê dikin. Bihara Ereban pir bi bandor û serhildanên ku divê pêk bihatan bû. Gelê mazlum serî hilda, pêlek çêbû, lê  mixabin Amerîka û Israîl bûn serdestên vê biharê. Ji bo dîktatoriyan hilweşînin rabûn, lê dîktorên nû hatin bihara Ereban têk birin, veguhertin zivistanê.

GELO DÊ AZADIYÊ EL QAÎDE BÎNE?

El –Zeydî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mixabin hemû welatan mudaxaleyê Sûriyeyê kir. Hemû kesî. Welatên bi hêz û qels hemûyan mudaxale kir.  Yên ku fêm kirin, yên fêm nekirin der barê Sûriyeyê de axivîn. Belê îro em rêveberiya Sûriyeyê erê nekin  jî, ji xwe bi hikûmetê re pirsgirêk hene.  Em rewşa gelê Sûriyeyê pir xemgînin.  Ketin rewşeke pir xerab.  Ji ber ketina terorîstên El Qaîdeyê welat û gel pirsgirêkên mezin dikişînin.  Ez dipirsim gelo dê azadî van terorîstan bê? Gelo dê El Qaîde vê azadiyê bîne.  Dê bi Amerîka, Israîl û Suudî Erebîstanê demokrasî bê.

El –Zeydî bi lêv kir ku divê Tirkiye teqez piştgiriyê nede El Qaîdeyê û got ev pêkanînek gelek şaş e.

El –Zeydî der barê şoreşa Rojava de jî wiha got: “ Gelê kurd bo me pir bi rumete. Parçeyek me ye.  Hevserê xwişka min kurd e. Ji ber vê xwarziyê min jî kurdin.  Em naxwazin ew ji me veqetin. Li Iraqê hemû kurd, xwişk û birayên me ne. Malbata me ne. Tu Erebek ji wan ne baştire. Li Iraqê di vê mijarê de her tişt wekheve. Ez li dijî çand û dîroka wan rêzdarim. Ji ber vê jî tu neheqiya li dijî kurdan nayê qebûlkirin. Em dixwazin bi hevre bijîn.  Li Iraqê bi zimanê zikmakî perwerde tê dayîn. Min jî hîn kiriye. Ez di her 21’ê Adarê de bi kurdan re cejna Newrozê pîroz dikim.  Lê em naxwazin Kurd wek dewletek cuda ji Iraqê cuda bibe. serokomarê me Birêz Talabaniye, wezîrê karê derve jî kurd e.

DEST JI VÊ ŞAŞIYÊ BERDE

El-Zeydî di dawiya axaftina xwe de wiha  got: “ Ez bi serokwezîrê xwe ji ber ku kurde serbilindim. Lê daxwaza me eve ku em bi hevre bijîn. Ez ji serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan jî rîca dikim, di serî de rojnameger û hemû kesên ji ber fikr û ramanê xwe hatine girtin bê berdan.  Sûcdarên fikr û ramanê divê di girtîgehan de nemînin. Ev şaş e. Ez dibêjin dest ji vê şaşiyê berde.