'Dîktatorek çawa were pêşwazîkirin em ê wiha pêşwazî bikin'

-Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç bang kir ku her kes tevlî meşa 'Tu nebixêr hatî' ya protestokirina serdana Erdogan bikin û got, ''Dîktatorek çawa were pêşwazîkirin, em ê wiha pêşwaziyê bikin''.

Helwesta li dijî serdana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a 28-29'ê Îlonê ya li Elmanya berdewam dike. Erdogan ku wê li Berlîn bi merasîma dewletê were pêşwazîkrin li gel Kurdistaniyan ji hêla gelek derdorên çepgir, demokrat û anarşîst ve wê were şermezarkirin. Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç bal kişande ser têkiliyên di navbeyna Elmanya û Tirkiyê de.

Koç got Erdogan beriya ku were Elmanyayê Elmanyayê îhaleya rêya hesin a li Tirkiyê daye bi 25 milyar dolarî û got, ''Diyar e ku dîktator Erdogan ji ber sedemên qirêjî tê. Wezîrê Karê Derve yê Elman ji ber sedema helwesta raya giştî û partiyên siyasî daxuyanî da û  vekirî got, ''Ji bo berjewendiya Elmanayê heta niha me gelek dîktatorên devbixwîn vexwend. Erdogan jî yek ji wan e', Elmanya pir baş dizane ku dîktatorek vexwendiye''.

118 SAZÎ PLATFORMA 'ERDOGAN TU BIXÊR NEHATÎ' AVA KIRIN

Koç got Elmanya ji ber sedema berjewendiya siyasî û aborî Erdogan vexwendiye û domand, ''Di demeke wiha de ku Erdogan krîza herî mezin dijî, vexwendina Erdogan a ji hêla hikûmeta Hikûmeta Merkel ve û helwdana meşrûkirina Erdogan ji hêla raya giştî ya Elman û Kurdistaniyên Elmanya ve û Tirkiyeyiyan ev wê bi tundî were şermezarkirin.''
Koç got îro li Elmanya i gelek deveran wê li dijî Erogan meş û mîtîng were kirin, bal kişande ser platforma 'Tu bixêr nehatî Erdogan'' ku ji hêla 110 sazî û dezgeh û partiyên siyasî ve hatî avakirin, ku di nav de sendîka,tevgerên aştiyê, rêxistinên civaka sivîl, Kesk û partiya çepgir jî hene.
Koç got îro li Hambûrg, Berlîn, Bremen, Hannover, Dusseldorf, Stutgart û Frankurtê wê çalakî werin kirin û çalakiya mezin wê 28-29'ê Îlonê be.

BER BI QESRA SEROKKOMARIYÊ WÊ MEŞ WERE KIRIN

Koç got 28'ê Îlonê Înê li Berlînê wê meş û mîtîngeke navendî were kirin û got, ''Ji bo meşê polîsên Berlînê piştî hevdîtinan destûr dan. Înê saet 16.00'an li Potsdamer Platzê em ê mîtînga pêşî bikin. Piştre em ê ber bi Qesra Serokkomariyê ve bimeşin.''
Koç got Înê Erdogan û Serokkomarê Elmanya Frank-Walter Steînmeîer wê li Qesra Serokkomariyê werin cem hev û saet 18.00'an heta saet 20.00'an wê mîtîngê bikin.
Koç bi domdarî got divê yekîtiya hêza demokratîk a Elmanyayê, Elmananên şoreşger û demokrat,hemû Kurdistanî divê tevlî mîtîngê bibin û got, ''Li gorî agahiyên ku hatin li hemû bajaran otobês hatine girtin. Ne tenê NCKD, saziyên çepgir û sosyalîst ên Elmany û yekîtiya hêza şoreşger demokrat  a Tirkiyeyî jî bi hev re organîzeya vê kirine.''

DESTEKA LI ERDOGAN DESTEKA LI DAÎŞ'Ê YE

Koç got dewleta Elman dizane ku pêşwaziyê li dîktatorekî dike, Yekîtiya Nûçegihanên Elman, rêxistinên mafê mirovan ên Elman û saziyên cuda Înê li Berlînê we Erdogan şermezar bikin.
Koç bal kişande desteka hikûmeta Merkel a li Erdogan û got, ''Ev destek tê maneyeya li  Tirkiyê li dijî demokrasî, azadî, azadiya jinê desteka li DAÎŞ'ê. Tê maneya desteka li dîktatoriyê, li xwîn û girî. Raya giştî ya Elman vê wiha dibîne. Hem partiyên lîberal, hem Kesk, hem derdorên çepgir û demokratên sosyal li ser vê mijarê xwedî helwesteke tund in.''

WÊ POLÎTÎKAYÊN DIRÛ YÊN HIKÛMETA ELMAN WERE TEŞHÎR KIRIN

Koç got 29'ê Îlonê Erdogan wê biçe Kolnê û li Kolnê hemû sazî bi hev re wê meş û mîtîngê bikin. Înê jî beriya nîvro ji bo cih wê bi polîsan hev bibînin. Koç got, ''Dîktator Erdogan hem li Berlînê û hem li Kolnê vexwendiyê fermî ye her tişt bi hêviya polîsên federal ve tê hiştin. Ji bo vê jî Înê dema ku cihê çalakiyê zelal bû em ê bi raya giştî re par ve bikin.''

Koç dubare kir ku mîtînga li Berlînê wê li Potsdamerê çêbibe û bang kir ku her kes tevlî mîtîngê bibe.

Koç got, ''Divê dengê me biçe hikûmeta Elman û Serokkomar. Li gel saziyên Elman ev kujer çawa heq kiribe, dîktatorek çawa were pêşwazîkirin em ê wiha pêşwazî bikin. Li gel gelê xwe yê li Bakurê Elmanyayê, li gel gelê xwe yê Elmanya Navîn û Başûr em ê li Kolnê ji dîktator re bibêjin, 'tu nebixêr hatî'. Em ê tiştê ku dîktator li Kurdistanê kirî û dirûtiya hikûmeta Elman teşhîr bikin.''