'Dîktator' bi rêya sindoqan tê xwarê?
'Dîktator' bi rêya sindoqan tê xwarê?
'Dîktator' bi rêya sindoqan tê xwarê?
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di daxuyaniyeke xwe ya îro de got, "Ez ji wan kesên min bi dîktatoriyê sûcdar dikin re dibêjim vaye meydan. Di 30'ê Adarê de li sindoqan emê li ber hev bidin. Eger li vî welatî dîktatorek hebe, bila vî dîktatorî bi rêya sindoqan daxînin."
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di civîna berfireh a Serokên Bajarên a AKP'ê de axivî û îdîa kir ku pêvajoya çareseriyê neqediyaye. Erdogan got, "Ez ji kesên hewl didin pêvajoya çareseriyê biqedînin re dibêjim: Pêvajoya çareseriyê neqediyaye, dewam dike. Her gavên em diavêjin berhema vê dewamiyê ye."
Erdogan ji bo kesên desthilatdariya AKP'ê bi dîktatoriyê tawanbar dikin got, "Ji ew kesên me bi dîktatoriyê sûcdar dikin, bi avakirina wesayetê tawanbar dikin re dibêjim vaye meydan. Bila fermo werin di 30'ê Adarê de di sindoqan de çi ji dest tê bikin. Eger li vî welatî dîktatorek hebe, bila fermo werin bi rêya sindoqan daxîne xwarê."
FERMANA LEŞKERIYA JI NEÇARÎ
Erdogan kurtkirina dema leşkeriyê jî nirxand û ji bo yên "qaçax" werin zevtkirin ferman da. Erdogan got, "Ji bo leşkeran em ji 15 mehan dadixînin 12 mehan. Ev guhertin ji bo leşkerên demdirêj leşkeriyê dikin, derbas dibe. Ev pêkanîn ji bo leşkeriya demkin derbas nabe. Lê tiştekî din heye. Nêzî 600 hezar kesên ku naxwazin vê gotinê bikar bînim, lê qaçax hene. Di vê mijarê de divê Wezaretên me yên Karên Hundir û Parastina Milî bi hev re kar bikin, yên qaçax zevt bikin û radestî leşkeriyê bikin."