Dijminatiya dewleta Tirk a li jinan, li Fransayê hate şermezarkirin

Komkujiya ku dewleta Tirk pêr li Kobanê kir, li bajarên Parîs, Rennes, Toûloûse û Marsîlyayê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li paytexta Fransa Parîsê û li banliyoyên Vîllîer le Bel, Evry û li bajarê Rennesê, komkujiya ku dewleta Tirk li Kobanê kir hate şermezarkirin.

PARÎS: Bi banga TJK-F'yê, li paytexta Fransa Parîsê kuştina 3 jinên Kurd li gundê Helincê yê Kobanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve, hate şermezarikrin. Çalakî li ber deriyê St. Dennîsê pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê Remziye Pîran li qad çalakiyê axivî û got, "Mîna komkujiya li Parîsê, li gundê Helincê yê Kobanê jî 3 jin ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîdxistin ku ev yek dijberiya hovane ya dewleta Tirk a li dijî Kurdan nîşan dide. Bi vê komkujiyê re careke din eşkere bû ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê dijminê jinan e, dijminê Kurdan û demokrasiyê ye. Erdogan dîktatorekî qirker e ku kujerê jinan e." Di dema çalakiyê de dirûşmên "Dîktator Erdogan", "Bimire dewleta Tirk a faşîst" û "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.

VILLIER LE BEL-EVRY-RENNES: Komkujî li banliyoyên Vîllîes les Belles û Evry yên Parîsê û li bajarê Rennesê jî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Dîktator Erdogan", "Bimire TC a faşîst", "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" hatin qîrîn.

TOÛLOÛSE: Li bajarê Toûloûseyê jî êrişên dewleta Tirk bi çalakiyekê hate şermezarkirin. Însiyatîfa Jinê ya Toûloûsê ku ev yek weke komkujiyeke nû ya mîna komkujiya Parîsê pênase kir, bi çalakiyekê şermezar kirin.

Di çalakiyê de bang li jinan hate kirin ku êdî li ber dewleta Tirk rabin. Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê jî aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û TCŞ'ê hatin hildan.