Dîe Presse: Tirkiye ji gelek aliyan ve bi DAIŞ'ê re kar dike

Rojnameya Dîe Presse diyar kir, ku her çend Tirkiye tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bûye jî gelek caran li hemberî Kurdan êrîşên hewayî pêk aniye.

Rojnameya Dîe Presse ya li Awûstûryayê tê weşandin, di nivîseke xwe de ragihand ku hevkariya Tirkiye û DAIŞ'ê di gelek qadan de dewam dike.

Rojnameyê diyar kir, ku her çend Tirkiye tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bûye jî gelek caran li hemberî Kurdan êrîşên hewayî pêk aniye.

Rojnameyê di nivîsa xwe ya li ser mijarê de da zanîn ku mekanîzmayên li pişt 'peymanên tarî' yên di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de, bi hêsanî dikarin bên fêmkirin û ev xal destnîşan kir:

"DAIŞ hin herêmên Iraq û Sûriye yên ji çavkaniyên petrolê kontrol dike û petrol difiroşe bajarokê Zaxo yê Bakurê Iraqê yê li ser sînorê Tirkiyeyê. Navbeynkarên Tirk jî li Zaxoyê piştî ku ji vir bi belgeyên fermî dikirin, diherikînin bajarên Mersîn, Ceyhan û Dortyolê. Lê belê, yekane rêgeha ku petrola DAIŞ'ê derbasî Tirkiyeyê tê kirin, ne bi tenê ev e. Tevî vê derê, DAIŞ herêmeke ji 100 kîlometreyî ya di navbera Cerablûs û Kîlîsê de kontrol dike. Vê derê weke cihekî qaçaxçitiya çek, pere, berhemên dîrokî bi kar tîne. Tirkiyeyê gelek caran soz da ku ew ê sînorê Sûriyeyê bigire. Qesra Spî jî di hefteya derbasbûyî de bang li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kiribû ku ji bo ewlekariya sînorê 'bi pirsgirêk' yekîneyên xwe bişîne. Lê belê Enqereyê, ji bo pêşî li ketin û derketina milîtanan ji sînor bigire, tiştek nekir. Ji xwe ev yek li ser niyeta rast a Enqereyê ya di mijara 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de rê li ber pirsan vedike. Her wiha, tevî ku Tirkiye tevlî koalîsyona li dijî DAIŞ'ê bûye jî, ji aliyê esasî ve bi giranî êrîşên hewayî li hemberî Kurdan pêk tîne. Li Bakurê Iraqê êrîşî PKK'ê, li Bakurê Sûriyeyê jî êrîşî YPG'ê kir. Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Kurdan jî, hêza bejahî ya demeke dirêj e li hemberî DAIŞ'ê li ber xwe dide, qels dike."