Desteya Rêveberiya DÎDF’ê, têkildarî betalkirina mafê rûniştin û bi asayî çûyîn û hatina Hevserokê Navenda Civaka Demokratîka a Elmanyayê Bahattîn Dogan a ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Federal a Leîpzîngê ve daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser hinceta biryarê ya ku xebatên siyasî yên Dogan ku li Elmanyayê dimeşîne, tê wateya kirîmînalîzekirina nûner û saziyên Kurd.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Weke ku di biryara ji aliyê dadgehê ve hatiye nîşandan jî, Dogan rêveberê komeleyekî bi rêkûpêk û li gorî distûr û yasayên Elmanyayê hatiye avakirin û destûra beşdarbûna hemû çalakiyan jî girtiye. Tevî ku ji sala 2009’an ve mafê rûniştinê ya li Elmanyayê hatiye girtin jî, bi hinceta ku beşdarî çalakiyekê bûye mafê wî yê rûniştinê jê hatiye girtin, rê nedayîna ku ji bajarê Mannheîmê derketin, li dijî mafê mirovahiyê û azadiyê ye, îxlalkirina mafê mirovane.”
‘KURDÊN LI ELMANYAYÊ TÊN KIRÎMÎNALÎZEKIRIN’
“Ev biryara li ser Hevserokê Saziya Kurd a herî mezin a li Elmanyayê di heman demê de tê wateya kirîmînalîzekirina Kurdên û tê wateya îsrarkirian domandina polîtîkayên berê. Ev pêkanînên tên kirin ne jî polîtîkayên îzolekirina li dijî siyasetmedarên Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn cudaye.
Biryara betalkirina mafê bi cihbûna hevserokê NAV-DEM’ê bê hiqûqiye, encama bazara polîtîakyên siyasî-dîplomasî yên di navbera Tirkiye û Elmanyayê de ye. Ev biryara siyasî ya ku ji bo Tirkiye razî bike, tê wateya piştgirîkirina siyaseta dewleta Tirk a faşîst a li Bakurê Kurdistanê li dijî siyasetmedarên Kurd dide ferzkirine. Ev nêzîkatî ne ji bo rêya asayîkirina çareseriya pirsgirêka Kurd e, di heman demê de zortir û zehmetir dike.
Ji bo rêya çareseriyê ji pirsgirêka Kurd re bê dîtin, ji bo Tirkiye û Elmanya rê li ber cudakarî û hewldanên cuda veneke, divê dawî li kirîmînalîzekirina siyasetmedarên Kurd bidawî bike, qedexeya PKK’ê ji aliyê Elmanyayêve dubare li ber çavan re bê derbaskirin.
DÎDF, wiha got: “Divê bi lezgîn mafê bingehîn ên Hevserokê NAV-DEM’ê Bahattîn Dogan ên hatîn xespkirin bên dayîn.”