Dibetiya 'li Marsê demekê jiyan hebû' xurt bû

Dibetiya 'li Marsê demekê jiyan hebû' xurt bû

Lêkolînên li gerstêrka Marsê hatin kirin, encamên girîng ên beriya bi mîlyaran salan derxist holê. Li gorî lêkolînên maşîna keşfê Curiosity, qadên avê yên ziwa bûne hatin dîtin.

Maşîna keşfê a di sala 2011'an de Daîreya Hewayî û Feza ya Amerîka (NASA) şand Marsê, di xebatên xwe yên li herêma navê Kratera Gale lê tê kirin de, teza jiyana beriya bi mîlyaran salan li gerstêrka sor hebû, xurtir bû.

Zanyar John P. Grotzinger ê projeya NASA'yê birêve dibe da xuyakirin, ku nimûneyên hatine lêkolînkirin nîşan dane ku li Kratera Galeyê guhertinên di navbera av û ziwabûnê de hatiye tespîtkirin. Grotzinger ji rojnameya New York Times re axivî û got, "Dihat dîtin ku li herêmê berî demeke dirêj gol, çem û delta hebûn her çend rûyê erdê ziwa bûye jî, li binê erdê av hebû."

Grotzinger diyar kir, ku encamên hatine bidesxistin nayê wê wateyê ku niha li Marsê jiyan heye û anî ziman ku ev dibetî dibetiyeke mezin dûrî rastiyê ye. Pisporê NASA ragihand ku ew ji xebatên Curiosity gelekî dilxweş in.

Ji astronotên NASA'yê John M. Grunsfeld jî diya rkir ku encamên derketine holê, hebûna jiyanê ya demekê li Marsê zelal nekiriye û got, "Lê belê eger li Marsê jiyan hebûye, hingî ji bo tespîtkirina vê firsendên cidî di destê me de hene."