DÎAYDER: Rawestandina cenazeyan li dijî Îslamê ye
DÎAYDER diyar kir bi rojane sekinandina cenazeyên YPG/YPJ û HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Xabûr li dijî olê Îslamê ye. DÎAYDER’ê ji hikûmetê xwest ku cenazeyan radestî malbatan bike.
DÎAYDER diyar kir bi rojane sekinandina cenazeyên YPG/YPJ û HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Xabûr li dijî olê Îslamê ye. DÎAYDER’ê ji hikûmetê xwest ku cenazeyan radestî malbatan bike.
DÎAYDER diyar kir bi rojane sekinandina cenazeyên YPG/YPJ û HPG'iyan li Deriyê Sînor ê Xabûr li dijî olê Îslamê ye. DÎAYDER’ê ji hikûmetê xwest ku cenazeyan radestî malbatan bike. Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî ya Stenbolê (DÎAYDER)’ê ji ber bi rojan sekinandina cenazeyên 13 YPG/YPJ û HPG'yiyan li Deriyê Sînor ê Xabûrê civîna çapemeniyê li dar xist.
'DIVÊ MIROV LI HEMBERÎ DAIŞ'Ê BÊDENG NEMÎNE'
Nasrî Tongûç’ê daxuyaniya çapemeniyê xwend bang li welatên ku bi dijminê mirovan çeteyên DAIŞ’ê re di nava hevkariyê de ne kir û diyar kir ku çi têkiliya dû, nêzîk a DAIŞ’ê bi Îslamiyetê re tine ye û got: “Têkiliya xwe ji DAIŞ’a ku weke xençerekê li Îslamiyetê ketiye qut bikin.” Tongûç da zanîn ku qetlîamên DAIŞ’ê li Şengal, Rojava û Pirsûsê li hemberî gelê bêguneh û bêparastin pêk anî hê jî didome. Tonguç diyar kir divê mirov li hemberî DAIŞ’ê bêdeng nemîne û got, “Girêdana Kurdan û Tirkan a bi hev re ya biratiyê heye. Pêwîst e dewleta Tirk ji çalakî û nêzîkatiyên ku ji komkujiyên DAIŞ’ê re rê vedike, hêz dide dûr bisekine.”
'DI ÎSLAMIYETÊ DE CIHÊ VÊ NÎNE'
Tongûç got ku, li deriyê sînor ê Xabûr sekinandina cenazeyên kesên ku di şerên li hemberî DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dane û teslîmî malbatên wan nakin, li dijî ola Îslamê ye. Tongûç got, “Hikûmeta AKP’ê xwe bi nasnameya Îslamî dide nasîn. Di wê rewşê de divê tavilê dev ji nêzîkatiya desteserkirina cenazeyan berde. Di Îslamiyetê de cihê vê nîne.”
Di daxuyaniyê de ji bo di zûtirîn demê de cenaze radestî malbatan bên kirin bang li hikûmetê hat kirin.