Di zîrveya Enqereyê de Rojava hat tehdîtkirin

Di zîrveya Enqereyê de Rojava hat tehdîtkirin

Di zîrveya ku di bin serokatiya serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan de civiyane de rewşa Rojava

hate nîşankirin. Di civînê de hate îdiakirin ku herêma tampon û dirêjkirina salekê ya Sûriyeyê hatiye nîqaşkirin.

Di Avahiya Fermî ya Serokwezîrtiyê de duh, serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Fermandarê Giştî Necdet Ozel, cigirê şaredar Beşîr Atalay, wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, wezîrê karê derve Ahmet Davutoglu, wezîrê Karê Hundir Muammer Guler, wezîrê parastinê Îsmet Yilmaz, Musteşarê serokwezîrtiyê Efkan Ala û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan civînek pêk anîn.

Di civîna ku raporên Sûriye û Rojava ya Fermandariya Giştî û MÎT’ê hatin dest girtin de, hat îdiakirin ku bi hêzkirina leşkeran a li ser xeta sînor û herêma tampon hatiye nîqaşkirin.

Li gorî îdiayan, tezkereya ku rayeya şandina leşkeran a hikûmetê ya ji bo Sûriyeyê ku di 20’ê îlonê de tije dibe saleke din bê dirêjkirin hatiye nîqaşkirin.

DAVUTOGLU TEHDÎT KIR Û XWEST CIHÊ KU HEQ DIKIN BIGIRIN

Wezîrê Karê Derve Davutoglu ku ji rojnameya Radîkalê re axivî, rêveberiya xweser ya Rojava nîşan da û got: “Pêngavên li Sûriyeyê tên avêtin, dê hem rê li ber xwîrijandina zêde vebike û hem jî şerê du alî dê biguhere şerê piralî.

 ‘DI DU MEHÊN DAWÎ DE DU HEVDÎTIN BI PYD’Ê RE HATIN KIRIN’

Davutoglu îdia kir ku Tirkiye piştgiriyê nade çeteyan û naxwazin kurd ji derveyê muxalefeta Sûriyeyê bimînin. Davutoglu wiha got: “Em demildest dixwazin ku kurd di nava muxalefeta Sûriyeyê de cihê ku heq dikin de cih bigirin. Di du mehên dawî de me du caran bi PYD’ê re hevdîtin kir. Ev hemû jî ji bo bi hêzkirina pêvajoyê bû.