Di xistina Kerkûkê de rola Îngilîstanê çi bû?

Pirsên li ser referandûma ku PDK'ê ferz kir û teslîmkirina Kerkûkê, hê jî bê bersiv mane. Li rojnameya The Gûardîanê nûçeyeke balkêş a li ser rola Îngilîstanê ya di ketina Kerkûkê de hate weşandin.

Li Başûrê Kurdistanê piştî referandûma 25'ê Îlona 2017'an, artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî yên ser bi wê ve roja 16'ê Cotmeha 2017'an bi desteka Tirkiye û Îranê dest danîn ser Kerkûkê û herêmên 'cihê nîqaşê'. Gotûbêjên li ser vê mijarê hê dewam dikin. Di rojnameya The Gûardîanê de nûçeyeke balkêş a li ser rola Îngilîstanê ya di vê operasyonê de hate weşandin.

Di nûçeyê de hat ragihandin, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îngilîstanê Alîstaîr Brût wê di rûniştina sibe ya Parlamenta Îngilîstanê de bersivê bide pirsên Komîteya Karên Derve yên li ser polîtîkaya Iraqê. Di vê rûniştinê de wê rola Îngilîstanê ya ketina Kerkûkê ya destê artêşa Iraqê û Heşdî Şabî bê pirsîn.

Beriya vê rûniştinê, nameyeke hişyarkirinê ya Tom Hardîe-Forsyth hate weşandin ku rayedarê berê yê hikumeta Îngilîstanê û NATO'yê bû û niha jî bi rengekî ne fermî şêwirmendiyê ji PDK'ê re dike. Hardîe-Forsyth di nameya xwe de hikumeta Îngilîstanê rexne dike ku 'Kurdên Iraqê ku hevalbendê xwe yê herî girîng ê li herêmê ye' bê bandor kiriye.

Di nameyê de hat destnîşankirin ku Îngilîstanê çavên xwe li qelsbûna Kurdan li Iraqê û xurtbûna Heşdî Şabî girtiye û hat ragihandin, tevî ku îstîxbareteke têrker li ber dest hebû jî hikumetê di vê mijarê de tiştek nekiriye û bûye alîkar ku Îran û Heşdî Şabî berjewendiyên xwe bi pêş ve bibin.

Di nûçeya The Gûardîanê de ev rexneyên Tom Hardîe-Forsyth cih digirin:

"Piştî ku artêşa Iraqê li dû referandûma Kurdistanê herêmên 'cihê nîqaşê' bi dest xist, Heşdî Şabî Bexda teşwîq kir ku li dijî Kurdan nêzîkatiyeke tund û cezakirinê nîşan bide. Bi vî rengî bû alîkar ku Tehran armancên xwe li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê bi pêş ve bibe.

Di belgeyên îstîxbaratê de ku herî kêm ji Sibata 2016'an û vir ve di navbera saziyên fermî yên hikumeta Îngilîz de digeriyan, hate destnîşankirin ku Îran di ser Iraq û Sûriyeyê re dixwaze korîdorekê veke û gefê li Îsraîl û Lubnanê bixwe.

Hardîe-Forsyth diyar dike ku toleransa Bexda ji Heşdî Şabî re nîşan dide di nava Sûniyên Iraqî de rê li ber hêrsê vedike. Rayeadrê berê destnîşan dike ku hikumeta Iraqê û Heşdî Şabî nifûsa herêmên Kurdan, Xiristiyanan, Êzidiyan û herêmên wîlayeta Diyalayê ya li ser sînorê Îranê ku ji Sûniyan pêk tê, guherandine.

Hardîe-Forsyth hişyariyê dide ku ev xalîkirina mezhebî wê rê li ber rewşeke mîna 3.5 sal beriya niha ya ragihandina xalîfetiya DAÎŞ'ê veke û wiha dewam dike: "Rewş niha ji ya beriya sala 2014'an gelekî xerabtir e. Beşeke mezin a cih û warên Sûniyan hilweşiyane, bi hezaran kes mirin, li herêma Kurdan zêdeyî milyonek Erebên Sûnî ji malên xwe bûn. Piraniya van kesan, bi qasî DAÎŞ'ê ji Heşdî Şabî ditirsin, lewma naxwazin vegerin malên xwe."