Di tûra pêşîn a hilbijartinan de Macron serkeftinekî mezin bi dest xist
Îro di tûra pêşîn a hilbijartinên giştî ya li Fransayê de Tevgera Komarê ya Serokkomar Emmanûel Macron serkeftineke mezin bi dest xist.
Îro di tûra pêşîn a hilbijartinên giştî ya li Fransayê de Tevgera Komarê ya Serokkomar Emmanûel Macron serkeftineke mezin bi dest xist.
Li gorî anketên sindoqan wê tevgera Macron di Meclîsa Fransayê de ji nav 577 parlementeriyan ji 400’î zêdetir bi dest bixe.
Tevgera Macron a ku salek berê hatibû avakirin wê beşdarî tûra duyemîn a hilbijartinên Yekşema were bibe. Tevgera Macron di tûra pêşîn de nêzî ji sedî 30 deng stend, rastgirên navendî ji sedî 20.9, Eniya Neteweyî ya rastgirên radîkal ji sedî 13.1 û sosyalîstan jî ji sedî 9 deng stendin.