Di tofana Hagupît de 27 kesî jiyana xwe ji dest dan
Di tofana Hagupît de 27 kesî jiyana xwe ji dest dan
Di tofana Hagupît de 27 kesî jiyana xwe ji dest dan
Tofana Hagupît ya ku Fîlîpîn kir bin bandora xwe, 27 kes mirin û her diçe berbi paytext Manîla diçe.
Tofana Hagupît ya ku ji duh de bandorek mezin li ser Fîlîpînan kir, gelek navendên xwecihbûnê tar û mar bûn û herî kêm 27 kesî jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku tofan berbi Manîla ve diçe.
Serokê Xaça Sor ya Fîlîpînê Rîchar Gordon, da zanîn ku piranî li herêma Borongan û Samara navîn bi giştî 27 kesî jiyana xwe ji dest daye û got ku piraniya kesên mirine di avêde xeniqîne.
Li paytext Manîla ku 12 mîlyon kes lê dijîn, kar û barê veguhestinê tên kirin. Şaredarê Manîla Joseph Estra da zanîn ku ew di rewşa alarmê d ene û hewl didin mirovan veguhestînin. Estra got herî kêm wê du mîlyon kes bên veguhestin û bi tofanê re lehiyên ku derdikevin holê mirovan dike nava xofê.
Bi taybet şevneşînên li peravên çem û mirovên li wê herêmê dijîn tên veguhestin û piraniya kesan li dibistan an jî navendên lênerînê tên bicihkirin.