Di terora li ser KCD’ê de 5 kes girtin

Daraza Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) kiriye hedefê de ji 75 kesên destgîrkiribûn 5 girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê çend roj berê di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 75 kes destgîrkiribûn.

Di heman rojê de 21 parêzer û roja Şemiyê jî yek jê parêzer 8 kes piştî îfadeya midûriyeta polîsan a bajêr hatibûn berdan. Îro jî danê nîvro 45 kes sewqî edliyeyê hatin kirin.

Ji van kesan 13 kes sewqî dadgehê hatin kirin. Ji kesên sewqî dadgehê hatin kirin Yilmaz Kan, Haknas Sadak, Diyaîddîn Noyan, Îrfan Kangal û Endamê Yekîtiya BijîşkêN Tirk (TTB) Şeyhmûs Gokalp bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin girtin û 40 kes jî bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.