Di teqîna li Hatayê de herî kêm 9 mirî, 30’an zêdetir birîndar

Di teqîna li Hatayê de herî kêm 9 mirî, 30’an zêdetir birîndar

Hate ragihandin ku, di teqîna tund ya li Deriyê Sînor yê Cîlvegozu yê navçeya Reyhanli ya Hatayê de herî kêm 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 30’an zêdetir jî birîndar bûn.

Teqîn 40 metre nêzî di nav sînorê Tirkiyeyê nêzî deriyê Sînor yê Cîlvegozu di wesayîtekê de rû da.

Sedemê teqîna wesayîta tê texmîn plaqeya wê ya Sûriyeyê ye, ji aliyê kêve, çawa û ji aliyê kê ve xistine nava sînor, têkildarî vana hêjan çi daxuyanî nehatine kirin. Tê zanîn komên çekdar di nava sînorên Tirkiyeyê de ne, bicih bûne, tên çekdarkirin û alîkariye aborî dibînin.

Li gorî agahiyên rayedarên herêmî dayî çapemeniyê  9 kes mirin û zêdetirî 30 kesan jî birîndar bûn. Tê ragihandin ku, di encama teqînê de 15 wesayîtan zirar dîtiye. Şaredarê Reyhanliyê got, ji miriyan 5 kes eslê xwe Sûriyeyî ye. Çar kesên din jî tê diyarkirin ku, hemwelatiyên Tirkiyeyê ne, di nava agahiyên hatine de tê gotin, erkdarên gumrukê jî hene lê ev agahî nehatiye piştrast kirin. Tê fikarkirin ku, hêjmara miriyan zêde bibin.

Di derbarê nasnameya mirî û birîndaran heya niha daxuyaniyek nehatiye dayîn. Li gorî şahidan, teqîn li ser sînor yê ji Sûriyeyê re hatiye vekirin rû da.