Di şerê li dijî Kurdan de aliyekî nû: Dibistana şerê bajaran!

Rêveberiya Tayyîp Erdogan a ku dixwaze li derve û hundir şer bidomîne, li jêr banê artêşê de dibistana “şerê bajaran” a girêdayî SADAT’ê ava dike.

Rêveberiya Tayyîp Erdogan ê ku li derve û hundir welat ber bi şer ve dibe û ji ser hêzên paramîlîter şer kûrtir dike, li jêr banê artêşê de dibistana “şerê bajaran” a girêdayî SADAT’ê ava dike.

Piştî 24’ê Tîrmeha 2015’an a ku biryara hilweşandina bajarên Kurdan dabûn, ev biryar di xala 9’emîn a bernameya SADAT’ê de heye. SADAT artêşa paralel a Erdogan e.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, li jêr banê Hêzên Çekdarî yên Tirk biryara Dibistana Mûhabereyê ya Meskûn Mahalê hatiye dayîn. Hat ragihandin ku ev dibistan wê li jêr Fermandariya Dibistana Piyadeyan a li Tûzlaya Stenbolê were avakirin.

Vê dibistana şer a ku di bin banê artêşê de tê avakirin, şîrove li ser wê kirin ku dibe ku dûre dewrî SADAT’ê were kirin.

Di nûçeyê de tê gotin ku, “Di çarçoveya tecrubeyên li şerên Amed, Sûr, Şirnex, Cizîr, Colemêrg, Gever û Nisêbînê de, wê kêmasiyên li van deran di perwerdehiyan de were dayîn.”

Lê ev ne pêkanîneke nû ye. Piştî ku li Şirnexê “qedexeya derketina derve” hatibû ragihandin û piştî 82 rojan, hatibû diyarkirin ku “operasyon” qediyaye.  Lê piştre leşker û polîsên ji rojavayê Tirkiyeyê anîbûn li malên Kurdan perwerdehiya meskûn mahalê hatibû dayîn.

Piştî vê yekê parlementera HDP’ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîkê di 1’ê Hezîrana 2016’an de ev bûyer anîbû rojeva meclîsê û bi daxwaza ku Wezîrê Karê Hundir Efkan Ala bibersivîne, pirsnameyek dabû meclîsê.