Wezîrê Dadê ya Tirk Sadullah Ergîn bersiv da pêşniyarpirsek a ku pêşkêşê meclîsê hate kirin û bi daneyan hejmara dosyayên îcrayê aşkere kir.
Roja ku AKP hate ser desthilatiyê, ango sala 2002 hejmara îcrayên bi şopandina dadgehê dest pê kiribûn 611 hezar û 335 bûn. Di nava 10 salên desthilatiya AKP’ê de ev rêje gihişt milyonek û 274 hezar û 810. Hejmara şopandina îcrayê ya bê biryara dadgehê ku 8 milyon bû gihişt 17 milyonê.
Bi taybet sala 2008 di warê şopandina îcrayê de rekor şkand. Hejmara şopandinên îcrayê yên bi biryara dadgehan di sala 2009 de 999 hezar û 812 bû.
Şopandina îcrayê ya bi biryara dadgehê sala 2010 bû milyonek û 158 hezar û 910, yên bê biryara dadgehê jî gihişt 17 milyon û 137 hezar û 272. Sala 2011 jî ev rêje bi giştî gihişt 18 milyon û 633 hezar û 606.