Di serdema AKP’ê de di 3 salan de 979 zarok hatin darizandin
Di serdema AKP’ê de di 3 salan de 979 zarok hatin darizandin
Di serdema AKP’ê de di 3 salan de 979 zarok hatin darizandin
Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn bersiv da pêşniyarpirsa BDP’ê û diyar kir ku di navbera salên 2009-2011 de 979 zarok hatine darizandin û ji 49 zarok ji vana biryara mehkûmiyetê hatiye dayin. Îstatîstîk û şaşitiyên ku Wezîr Ergîn dane balê dikişînin.
Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat Ata, derbarê darizanndinên di encama bendên 6,7 û 8 ên madeya 220 ya Qanûn Ceza ya Tirk (TCK) ya nû ku sala 2005 de kete meriyetê de pêşniyarpirsek pêşkêşê Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn kir. Di vê benda qanûnê de “kesên endamên rêxistinê, li ser navê rêxistinê suc kirine”, “Ketina nava hiyeyarişiya rêxistinê, ji rêxistinê dizanin, kesên ku bi daxwaza xwe alîkariyê didin rêxistinê û kesên ku propagandaya rêxistin û armanca wê dikin bi salek heta sê sal cezayê girtîgehê tên cezakirin.
ERGÎN HEMÛ PIRSAN NEBERSIVAND
Akat darizandinên di navbera salên 2005-2012 de pirsî, lê Ergîn tenê bersivê da darizandinên di navbera salên 2009, 2010 û 2011 de.
DI SALA 2009 DE 120 ZAROK HATIN DARIZANDIN
Li gorî daneyên Ergîn dane, di sala 2009 de 2 hezar û 423 kes ji ber van madeyên hatin rêzkirin hatin darziandin. Ji vana 37 zilam û 5 jin ên ku temenê wan di navbera 12-15 de ne, 67 zilam û 11 jin ên ku temenê wan di navbera 16-18 de ne, her wiha 2 hezar û 61 zilam ên ku temenê wan ji 18’ê jortir, 232 jin û 10 kesên din ku zayenda wan nehate aşkerekirin hatin darizandin. Ji van derbarê 833 kesan de biryara mehkûmtiyê hate dayin. Di heman salê de bi giştî 120 zarok hatin darizandin, ji vana derbarê 22 zarokan de biryara mehkûmiyetê hate dayin, ji bo 50 kesan biryara bereetê hate dayin. Lê derbarê 48 zarokan de tu agahî nehate dayin.
HEJMARA ZAROKÊN HATIN DARIZANDIN ZÊDE BÛ
Li gorî agahiyên wezîrê Tirk Ergîn dane, di sala 2010 de ji heman bendên qanûna madeya 220 a qanûna TCK’ê 2 hezar û 425 kes hatin darizandin. Ji vana 159 kes temenê wan 12-15 salî ne, 322 jî 16-18 salî ne, 1893 jî ji 18 salî jortir in. Ji heman madeyan derba rê 481 kesan de doz hate vekirin. Her wiha ji bo 27 zarokan biryara mehkûmiyetê hate dayin. Derbarê 440 zarok li rastî çi hatin de tu agahî nehate dayin.
DI 2011 DE ÇI JI 354 ZAROKAN HAT?
Di sala 2011 de jî ji heman madeyê 2 hezar û 616 kes hatin darizandin. Ji vana 124 kes temenê wan di navbera 12-15 salan de ne, 254 jê 16-18 salî ne, 2181 kes jî temenê wan ji 18 jortir e. Di vê salê de bi giştî 378 zarok hatin darziandin. Lê Wezîr Ergîn negot ka derbarê çend zarokan de biryara mehkûmetiyê hatiye dayin. Tenê diyar kir ku 24 zarok hatine bereatkirin.