Di serdema AKP'ê de 11 hezar û 706 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Di serdema AKP'ê de 11 hezar û 706 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Di serdema AKP'ê de 11 hezar û 706 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Komeleya Mafên Mirovan ÎHD'ê diyar kir ku, di çileya 2013'an de 23 karkeran jiyana xwe ji dest dan û di serdema hikûmeta AKP'ê de 11 hezar û 706 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) rapora meha Çileyê ya di derbarê qezayên karkeran de aşkere kir. ÎHD'ê di daxuyaniya niviskî da. ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku, di teqîna li Sanayiya Organîze ya Dîlokê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest da û li Zonguldakê li Ocaxa Madena Komirê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dan. ÎHD'ê da zanîn ku, li Kocaalî 1, li Çanakkale 1, li Stenbolê 1, li Bûrsa 1, li Karabukê 1, li Îzmirê 1 li Antalya 1 û li Zongundakê 2 bi tevahî di mehekê de 23 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. ÎHD'ê destnîşan kir ku, li gorî xala 1'emîn ya Peymana Mafên Mirovan a Kar pêwîste mafê hemû karkeran bê parastin.
JI SALA 1946'AN HETA 2010'AN 59 HEZAR Û 300 KARKAR MIRIN
ÎHD'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ji sala 1945'an heta heta sala 2010'an bi tevahi di qezayên kar de 59 hezar û 300 karkerî jiyana xwe ji dest dan û wiha cih got: "Li gorî daneyên Wezîrê Karê Xebat û Ewlehiya Civakê di navbera salên 2002-2011'an de bi tevahî 735 hezar û 803 qezayên kar pêk hatin. di van qezayan de 10 hezar û 804 karseran di qezayan de jiyana xwe ji dest dan. 14 hezar û 665 karker seqet man.
Li gori daneyên ÎHD'ê jî di sala 2012 salan de 846 karkeran di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran a Stenbolê jî di sala 2012'an de herî kêm 878 karkeran jiyana xwe ji dest dan. Di heta 2102'an di 10 salên dawî yên serdema hikûmeta AKP'ê de di qezayên kar de 11 hezar û 706 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
ÎHD'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku, ew dê li hemberî qezayên kar têkoşînek hêj xurtir bidin destpêkirin û li hemberî qezayên kar dê bêdeng nemînin.