Di serdana Konyayê de ji hev hebûn!

Wekîlê Partiya Çepgir Alexander Neu têkildarî serdana ku bi rengê ku hay ji hev hebûn pêk hatî axivî û got ‘me li gotara hikûmeta Tirk guhdar kir û em vegeriyan’.

Serdana leşkerên Elman ku AKP di bin sîwana NATO’yê de destûr dayî ya li Konyayê dawiyê pêk hat. Wekîlê Partiya Çepgir Alexander Neu têkildarî serdana ku bi rengê ku hay ji hev hebûn axivî û got ‘me li gotara hikûmeta Tirk guhdar kir û em vegeriyan’.

Piştî ku NATO bû navbeynkar rejîma Erdogan destûr da ku 7 wekîlên endamên Komîsyona Berevaniyê ya Meclîsa Federal seriyekî bidine leşkerên Elman ên peywirdarên balafirên AWACS’ê yên li Konyayê. Serdana ku di navbera Berlîn-Enqerê de bûbû çîroka riha qazî piştî ku hikûmeta Merkel li bara rejîma Erdogan gelekî ji xwe da pêk hat.

SERDAN JI ÇAPEMENIYÊ RE GIRTÎ BÛ

Di serdanê de Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATO’yê Rose Gottemoeller serektî li wekîlên Komîsyona Berevaniyê re kir. Wekîlên Elman ku destûr nedan nûçegihan jî bi wan re bin, ji bo ku serdana bi navbeynkariya NATO’yê pêk hatî bi rengekî perîyodekîk pêk were doza çareseriyeke mayinde kirin.

Alexander Neu, Wekîlê Partiya Çepgir ku rejîma Erdogan îdîa dikir  PKK’yî ye û helwest nîşan dide ku ew jî di nav şandeyê de, têkildarî serdanê axivî. Neu diyar kir ku di navbera Berlîn û Enqerê de krîz nehatiye rojevê û bi domdarî got:

 ‘’Di serdanê de tenê agahiyên operasyonê yên NATO’yê yên li dijî rêxistina terorê DAIŞ’ê  hatin parvekirin. Diviya serdan ne bi çarçoweya NATO’yê bihata kirin. Ji ber ku bi vî rengî diviya serdan bi însîyatîva rêveberiya meclîsê bûya.’’

JI BILÎ PARTIYA ÇEPGIR HER KES KÊFXWEŞ E

Neu got wan li gotara Tirk a ku bi rengekî profesyonel hatibû amadekirin guhdar kiriye û vegeriyane. Wekîlên partiyên dî ji ber ku serdan di bin sîwana NATO’yê de pêk hatibû qet ne aciz bûn.

Berdevkê Karê Derve yê Elman Martîn Schafer ku serdan ragihand bi rengê ku bersivê bide nîqaşan got, ‘serdan serdan e’. Serokê Komîsyona Berevaniya ya Meclîsa Federal a Elman, Wolfgang Hellmîch ê SPD’yî jî got serdanên wiha siberojê jî dibe ku di bin sîwana NATO’yê de pêk werin.

Li ser navê Partiya Keskan jî Tobîas Lîndner got divê NATO ji bo çareserkirina krîzên wiha bibe navbeynkar û serdanên wiha organîze bike erênî ye.