Di Senatoya Fransayê de rastgir dîsa zêde ne

Di Senatoya Fransayê de rastgir dîsa zêde ne

Li Fransayê Partiya Sosyalîst (PS) ya desthilatdariyê darbeyek din jî xwar. Di hilbijartinên Senatoya ku sê salan carê nîvê wê tê nûkirin, partiyên rastgir piranî girtin dest û Eniya Neteweyî ya Rastgir (FN) yekem car senatorî qezenc kir.

Senatoya Fransayê ya 348 endamên wê hene, 179 endamên wê di encama hilbijartinê zelal bûn û Yekîtiya Tevgera Gel (UMP) û partiyên din yên rastgir jî di nav de bloka rastgirt bû yekem. Partiyên rastgirt bi giştî 192 kursî bi destxistin û di piraniya senatoya ku di 2011’an de winda kirin şûnde girtin.

Partiyên Çep 156 kursî paşde çûn. Herî dawî di 2011’an de li Senatoya Fransayê partiyên PS û yên çep bi giştî 177 kursî girtin û ji sal a1958’an heta wê demê cara yekem evqas piranî bi dest xist.

Eniya Çep (FN) ku polîtîkayên xwe yên dij biyaniyan û neteweperest tê zanîn ku di hilbijartinên duh de 2 kursî qezenc kir. FN cara yekem di Senatoyê de cih digire.

Senatorên ji bo Senatoyê tên hilbijartin ji aliyê meclîsên herêmî, meclîsên giştî yên navendî û endamên meclîsa şaredariyê ve bi du turan tên hilbijartin.