Di salvegera Komkujiya Şengalê de DAIŞ û AKP li Swêdê hatin protestokirin

Li bajarên Goteborg, Gavle, Soderhamn û Borlange yên Swêdê, bi hezaran Swêdî, Kurdistanî û Tirkiyeyî daketin kolanan û çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê ya bombeyan li Kurdistanê dibarîne, protesto kirin.

Di salvegera Komkujiya Şengalê de, li bajarên Goteborg, Gavle, Soderhamn û Borlange yên Swêdê, bi hezaran Swêdî, Kurdistanî û Tirkiyeyî daketin kolanan û çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê ya bombeyan li Kurdistanê dibarîne, protesto kirin.

Di xwepêşandanan de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, hikûmeta AKP'ê û çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin û di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li saziyên navneteweyî kirin ku li hemberî komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê helwestê nîşan bidin.

Xwepêşandana li bajarê Goteborê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ên Swêdî û Kurdistanî ve hat organîzekirin û li Meydana Gota destpê kir. Ji Sosyalîstên Partiya Edaletê Chrîstopher Lûndberg di axaftina xwe ya li vir de bibîr xist ku Êzidiyên li pêş çavên tevahiya cîhanê beriya salekê hatin qetilkirin ji aliyê YPG û HPG'ê ve hatine rizgarkirin û hikûmeta AKP a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe dike, emperyalîstên NATO û DYA yên destekê didin hikûmeta AKP'ê bi zimanekî tund rexne kir. Lûndberg qetilkirina 32 ciwanên sosyalîst li Pirsûsê şermezar kir û di serî de hikûmeta Swêdê bang li Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê kir ku li hemberî bombekirina Kurdistaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve, helwestê nîşan bidin.

Li bajarê Borlange jî xwepêşandana ji aliyê komeleyên Kurd, Elewî û Êzidiyan ve hat birêxistinkirin, bi beşdariya Nêzî 400 kesan pêk hat û çeteyên DAIŞ'ê û hikûmeta AKP'ê ya destekê dide çeteyan hat şermezarkirin.

Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê Leyla Dûman da xuyakirin ku êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî DAIŞ'ê dûrî ji rastiyan e, ji bo xapandinê ne û destnîşan kir ku armanca bingehîn a AKP'ê têkbirina Têkoşîna Azadiyê ya Kurd e. Dûman bang li tevahiya saziyên Swêdî kir ku li hemberî bomberdûmana hikûmeta AKP'ê helwestekê nîşan bidin.

Nûnerê PYD'ê yê Swêdê Şiyar Elî jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand ku dewleta Tirk bi hinceta çeteyên DAIŞ'ê êrîşî YPG û Kurdan dike û diyar kir ku armanca hikûmeta AKP'ê têkbirina Kurdan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê ye.

Di xwepêşandana li bajarê Gavle de Cemal Rojhilat bal kişand ser şerê topyekûn ê hikûmeta AKP'ê li hemberî Kurdan îlan kiriye û got, "Em îro hatine vê derê ji bo komkujiya Erdoga dike, protesto bikin. Em ji bo azadiyê şer dikin û ti tişt nikare me têk bibe. Em têdikoş in ji bo li ser lingê xwe bisekinin û ti kes wê nikaribe li pêşiya vê bibe asteng."

Dib elavoka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Swêdê de ku ji aliyê Zerdeşt Hewlêrî ve hat xwendin, komkujiya Zergelê hat şermezarkirin û hat destnîşankriin ku dewleta Tirk wê nikaribe bi qetilkirina sivîlan re rê li ber tevlîhevî û têkçûnê veke.

Siyasetmedarê Kurd Battal Batte jî diyar kir ku nayê qebûlkirin PKK a li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi biryardarî li ber xwe dide weke rêxistineke terorê bê dîtin û xwest PKK ji lîsteya 'rêxistinên terorê' were derxistin.

Di xwepêşandana li bajarê Soderhamnê de tevî Kurdistaniyan, gelek partî û rêxistinên çep ên Swêdî jî amade bûn. Ji rêveberên Partiay Çep Benny Gûstavson da xuyakirin ku di 5'ê Hezîranê de ew di mîtînga li Amedê ya hat bombekirin de bû û şahidiya xwe vegot. Gûstavson got, "Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê were derxistin û li şûna wê hikûmet û artêşa Tirk bên bicihkirin."

...