Di rûniştina 'KCK' de parêzer ji salonê derketin
Di rûniştina 'Doza Bingehîn a KCK Stenbolê' de, parêzeran nerazîbûn nîşanî serokê dadgehê dan û ji salonê derketin. Rûniştina dozê hate taloqkirin.
Di rûniştina 'Doza Bingehîn a KCK Stenbolê' de, parêzeran nerazîbûn nîşanî serokê dadgehê dan û ji salonê derketin. Rûniştina dozê hate taloqkirin.
Doza darizandina 205 siyasetmedarên Kurd, ku weke 'Doza Bingehîn a KCK Stenbolê' tê binavkirin, li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir. Tevî gelek siyasetmedarên negirtî tên darizandin, parêzerên endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz tevlî rûniştina dozê bûn.
Rûniştina dozê, bi nîqaş û aloziya navbera parêzeran û serokê dadgehê dest pê kir.
Serokê heyetê, ku beriya niha weke serokê 2. Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê wezîfe dikir, ji bo doza 'KCK a Bingehîn' hate wezîfedarkirin. Serokê heyetê sînor danî ber parêzeran û got, divê tenê 3 parêzer tevlî bibin. Parêzeran jî nerazîbûn nîşan dan û hemû ji salonê derketin.
Rûniştina ku bêyî parêzeran dewam kir, ji bo 27'ê Cotmehê hate taloqkirin.