4. Rûniştina doza Rojnameya Ozgur Gundemê ya Nivîskar Asli Erdogan, Zimanzan Necmiye Alpay, Ragip Zarakolû, Fîlîz Koçalî, Eren Keskîn, Zana Kaya, Înan Kizilkaya, Kemal Sancili û Bîlge Oykût tên darizandin, li 23. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat pêk hat.
Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya û Xwediyê îmtîyazê Kemal Sancili ku girtî tên darizandin li salonê amade bû. Eren Keskîn, Necmiye Alpay û Asli Erdogan jî li salonê amade bûn. Gelek heyetên biyanî doz şopandin. Heyetên ji Swêd, Îngîlîstan, Elmanya û Hollandayê doz şopandin.
Rûniştina dozê bi parastina Kemal Sancili dest pê kir. Sancili, di parastinê de diyar kir ku ew îmzeya xwe davêje binê hemû nûçeyên rojnameyê û xwest bê berdan. Înan Kizilkaya jî anî ziman ku ew rojnamevan ee û perwerdeya rojnamevaniyê girtiye. Kizilkaya, anî ziman ku ji bilî 3 Ç û 3 K tiştekî cuda hebe ew sucdariyê qebûl dike. Kizilkaya anî ziman ku rojnamevanî ne sûc e û got: "Ez di bin tecrîda giran de têm girtin. Min tenê karê rojnamevaniyê kiriye" û xwest hemû rojnamevanên girtî bên berdan.
Di rûniştinê îro de dîsa kes nehat berdan. Der barê Nivîskar Asli Erdogan û Necmiye Alpay de biryara qedexeya derketina derveyî welat hate rakirin.
Heyeta dadgehê rûniştina dozê taloqî 31'ê Cotmehê kir.