Di roja 84. de berxwedana Kobanê hat silavkirin
Di roja 84. de berxwedana Kobanê hat silavkirin
Di roja 84. de berxwedana Kobanê hat silavkirin
Nobedarên li gundê Mehser û Miseynterê yên li ser sînorê Kobanê, mîna her rojê îro danê sibê jî zincîra ji mirovan çêkirin û silav ji şervanên YPG/YPJ'ê re şandin.
Di roja 84. a berxwedana bi heybet a Kobanê de, girseya gel a li gundên Mehser û Miseynterê nobedê digire, çalakiya xwe ya zincîra ji mirovan dewam kir. Danê sibê li dû paqijiya hawirdorê, xwendekarên DEM-YOM ên duh tevlî berxwedanê bûn jî di nav de, bi sedan kesî berê xwe dan Kobanê û bi destê hev girtin.
Çalakgeran ji bo bîranîna cangoriyan deqeyek rêz girtin û dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê", "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Bê Serok Jiyan Nabe" qîriyan. Çalakiya zincîra ji mirovan, bi silavkirina berxwedêrên Kobanê, bi dawî bû.