Di referandûmê de nelirêtiyek din jî derket holê
Binpêkirineke din a di referandûmê de derket holê.
Binpêkirineke din a di referandûmê de derket holê.
Têkildarî referandûma di 16’ê Nîsanê de nelirêtiyek din jî derket holê. Derket holê ku 3 kesên ku qeyda wan li Xarpêtê ne û ji ber ku di roja referandûmê de li Stenbolê bûne û nikaribûne dengê xwe bidin, wekî ku dengê ‘Erê’ dabin ketine qeydan.
Binpêkirineke din a di referandûmê de derket holê.
3 hilbijêrên ku divê di roja referandûmê de li Gundê Sîvrîceyê ya Elezîzê ya bi navê Yûkari Çanakçiyê di sindoqa 1059’an de dengê xwe bidana lê li Stenbolê bûne, li ser navê wan dengê ‘Erê’ hatiye dayîn. Hilbijêrên bi navê Niyazî Ozdemîr, Ramazan Ozdemîr û Emîn Kiymak diyar kirin ku di roja referandûmê de ji ber ku ew li Stenbolê bûne, li ser navê wan deng hatine dayîn. Bi giştî 16 hilbijêrên gund hene û li gund 2 ‘Na’ û 14 jî ‘Erê’ derketiye.
Kesê ku agahî da 2 dengên ‘Na’ jî derketine, diyar kir ku ew jî kalik û pîrika wî ne.