Di pîrozbahiyên Newrozê de azadiya Ocalan hat xwestin
Li Kirşehîr û Semsûrê bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn ji bo azadiya Ocalan qîriyan.
Li Kirşehîr û Semsûrê bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn ji bo azadiya Ocalan qîriyan.
Li Kirşehîr û Semsûrê bi hezaran kesên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn ji bo azadiya Ocalan qîriyan.
KIRŞEHÎR
Li Kirşehîrê HDP, EMEP, Egîtîm Sen û Kurdên li Kirşehîrê dijîn ji bo pîrozbahiya Newrozê li Qada Maşa Deresî kom bûn û Newroz pîroz kirin. Piştî rêzgirtina kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dane Hevseroka HDP’ê yê Kirşehîrê Demet Resuloglu axivî. Resuloglu di axaftina xwe de wiha got: “Êdî çavên Kawayê Hesinkar li pey wî nemaye. Zarokên Kawa yên xewên Daqakan direvîne, dengê êşqiyayê evîndarê azadiyê re, tîlîliyên wan guhên desthilatdaran ker dike û kabûsên wan mezin dike.”Resuloglu destnîşan kir ku gel bi rêberê xwe ve ber bi azadiyê ve diçe û ew di vê pêvajoyê de dibin şahidê vê yekê.
Piştî Resuloglu Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Alp Altinors axivî wiha got: “Em li ber agirê Newrozê soz didin, em ê azadî û edaletê binîn. Ji ber vê yekê jî em ê benda ji sedî deh xera bikin û bên.” Piştî axaftina Altinors Koma Belengaz, Cevdet Bagca û Ayhan Karaçoban derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşandin.
Girseyê bi stranan govend gerand û bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê” “Bijî Serok Apo” “Bijî biratiya gelan” berz kirin û belav bûn.
KOCAELÎ
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Kocaeliyê têkildar pîrozbahiya dê di 22'yê Adarê de li dar bixin li avahiya Egîtîm Senê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê komîteyê Nurî Tan bang li hemû welatiyan kir ku tevlî pîrozbahiyê bibin kir.
MÊRSÎN
Komîteya Amadekar a Newrozê jî li Salona Konferansê ya Şaredariya Akdenîzê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamê Komîteya Amadar Taybet Adiyman diyar kir ku dê di 22'yê adarê de li qada Mîtîngê ya Tirmîl a li taxa Yenîhalê li dar bixin û xwest ku hemû ks tevlî pîrozbahiyê bibin.
SEMSÛR
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Semsûrê jî ji bo tevlîbûna mîtînga Newrozê ya dê sibê li dar bixin bang kirin û pişt re belavok belav kirin.
SEMSAT
Li navçeya Semsatê ya Semsûrê bi tevlîbûna sedan kesan Newroz hate pîrozkirin. Li qadê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên endamên PKK û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin daliqandin. Rêveberên HDP û DBP'ê û gelek welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîştî rêzgirtinê li ser navê komîteya amadekar Azîz Ertan axivî û Newroz li hemû kesî pîroz kir. Piştî axaftinan girseyê bi mûzîkê govend girt.
BULAM
Li bajaroka Bulam a Semsûrê jî li qada Zerban bi sedan welatiyan Newroz pîroz kir. Welatî bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn. Piştî rêzgirtinê hevşaredarên Bulam kesên tevlî Newrozê bûn silav kir. Di Newrozê de dirûşmeya "Bijî Newroz" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin." Girseyê bi staranên Koma Ezgî govend girtin.
ENQERE
Endamên ADYOD’ê li Kampusa Cebeciyê ya Zanîngeha Enqereyê bi beşdariya sedan xwendekaran ve Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya ku bi sedan xwendekar beşdar bûn de dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” “Mazlum Dogan dijî û şer dike” “Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê” hatin berzkirin. Xewnedekaran di ketina kampusê de pankarta “Newroz piroz be” daliqandin û li qada Newroz hate pîrozkirin jî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mazlum dogan, Hayrî Durmuş û Kemal Pîr hatin daliqandin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre xwendekaran agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin. Ligel baranê xwendekaran bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin û pîrozbahî bi dawî bû.