Di pîrozbahiya Newrozê ya li Grazê de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Grazê dijîn, bi agirê Newrozê dadan û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Grazê dijîn, bi agirê Newrozê dadan û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê silav kirin.
Girseya gel a duh saet di 17:00 de li Grîesplatzê li hev civiya, li ber stranên Kurdî govend gerand.
Di çalakiyê de dirûşmên 'Bijî Newroz', 'Bijî berxwedana Kurdistanê', 'Jin jiyan azadî', 'Bê Serok jiyan nabe' hatin qîrîn. Di pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn de, komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin, hatin şermezarkirin.