Di pevçûnên li Helebê de sivîl dibin hedef
Di pevçûnên li Helebê de sivîl dibin hedef
Di pevçûnên li Helebê de sivîl dibin hedef
Hêzên rêjîma Baasê bi çekên giran li bajarê Helebê êrîşî taxên Mesekên Henano, Qadî Esker û hin taxên din kir. Di encamê de gelek welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndar bûn. Li gora çavkaniyên herêmê li derdora nexweşxaneya El-Kindî nêzî 70 çekdar ji herdu aliyan hatin kuştin.
Şerên li bajarê Helebê yên dinavbera hêzên rejîma Baas û hên çekdar didome. Hat ezanîn li taxên Mesekên Henano, Meşhed û Ensarî Rojhilat yên ku çekdarên opozîsiyonê têde bi cih bûne rastî topbarana hêzên rêjîmê hatine û di encamê de gelek welatiyên sivîl jiyana xwe jidest dane. Ji aliyekî din ve hêzên rejîma Baas bi balafiran êrîşî taxa Qadî Esker kir û tê gotin li vir jî hejmarek nediyar sivîl hatine kuştin.
Taxa Selahedîn ya bajarê Helebê jî ji aliyê hêzên rêjîmê ve rastî êrîşê hat. Derbarê ziyanên welatiyan ti agahî nehatin bi dest xistin.
Li taxa Hemdaniyê stada Hemdaniyê ku hêzên rêjîmê têde bi cih bûne ji aliyê çekdarên opozîsiyonê ve rastî topbaranan hatin lê ti agahî derbarê ziyanan de nehatin bi dest xistin. Di encama topbarana heman taxê ji aliyê çekdarên opozîsiyonê ve 4 welatiyên sivîl ji wan zarokek û jinekê jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Heyderiyê 4 welatî bi giranî ji ber topekê ku jêdera wê nehat diyar kirin, birîndar bûn. Li taxa Sukerî jî ji ber bombebarana balafirên rêjîmê gelek welatî birîndar bûn.
Li derdora avahiya lêkolînên zanistî (Bihos Ilmiyê) ya di bin destê hêzên rêjîmê de ye, şer û pevçûn rû dan. Di encamê de hejmarek ji çekdarên herdu aliyan hatin kuştin.
Li taxa Mesakên Henano û avahiyan ewlehiya siyasî ku hêzên rêjîmê têde bi cih bûye, ji aliyê çekdarên opozîsiyonê ve rastî topbaranê hat. Tê gotin di encama topbaranê de gelek ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin.
Li derdora nexweşxaneya El-Kindî ji şevê din ve şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsiyonê de berdewam kirin. Di encamê de nêzî 70 çekdar ji herdu aliyan ve hatin kuştin. Her wiha çekdarên opozîsiyonê hejmarek ji leşkerên rêjîmê dîl girtin. Tê diyar kirin ku ji wan dîlan yek jê fermandar û berpirsiyarê operasiyona El-Kindî ye û bi navê Tariq El-Şamî ye.
Li bakurê bajarê Helebê jî çekdarên opozîsiyonê bajarokên Nibol û Zehraa topbaran kirin û ti agahî derbarê ziyanan de nehatin bi dest xistin.
Li bajarokên Biyanon û Dart Izê jî ji ber bombebarana balafirên rêjîmê 6 welatiyên sivîl ji wan 3 jin û zarokekî jiyana xwe ji dest dan.