Di pevçûna navbera du malbatên cerdevan de 6 kes mirin
Di pevçûna navbera du malbatên cerdevan de 6 kes mirin
Di pevçûna navbera du malbatên cerdevan de 6 kes mirin
Li navçeya Duzîçî ya Osmaniyeyê di navbera 2 birayên cerdevan de nîqaş derket, piştî xizmên wan jî tevlî bû, nîqaş vegerî şerê çekan û 6 kes hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine wergertin, bûyer li gundê Çatak yê navçeya Duzîçî di demjimêrên şevê de rû da. Ji ber sedemekî ku heya niha nehatî zanîn nîqaş derket. Nîqaşa ku xizmên wan jî tevlîbûyîn de, vegerî şer. Her du aliyên ku hate diyarkirin cerdevanên ji dil yên gundin bi çekên qilêşê ketin nav hev.
Di pevçûnê de bav Hamdî Tavût û kurên wî Mehmet û Muhamed Tavût, Ehmed û Ummuhani Sumbul li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan, Sultan û Fadîme Sumbul jî birîndar bûn. Fadîme Sumbul jî ku giran birîndar bû dema ku bi ambûlansê vediguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo di navbera cerdevanên gund careke din pevçûn çênebe, gelek cendirme veguhestin gund û ewlekariyên mezin girtin. Li derdora Nexweşxaneya Dewletê ya Duzîçî hêzên ewlekariyê dorpêçkirine û têkildarî bûyerê jî lêpirsîn hate destpêkirin.