Di Pênçşema Reş de qetilkirina jinên Kurd hat şermezkirin

Di Pênçşema Reş de qetilkirina jinên Kurd hat şermezkirin

Çalakiyên pênçşema reş ên ku her hefte ji bo serbestberdana siyasetmedarên Kurd tên lidarxistin vê heftê jî li dar ket. Di çalakiyan de qetilkirina siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz Fidan Dogan û Leyla Soylemez ku li Parîsê hatin qetilkirin hat şermezarkirin.

Çalakiyên Pencşema Reş li Pirsûs, Wêranşar, Qoser, Dêrik, Êlih, Peyas, Wan, Qelqelî û Elbakê berdewam kirin. Di çalakiyên vê hefteyê de qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd hate şermezar kirin.

Çalakiya Pêncşema Reş ku her hefte ji bo siyasetmedarên kurd serbest bên berdan tên lidarxistin di heftaya 152'an de berdewam kir. Di vê hefteyê de Tum Bel-sen, Genel Îş, xebatkarê Şaredariya Peyasê amade bûn. Rêvebirê Tum Bel-Senê Remzî Aydin daxuyanî da.

Aydin, destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qetilkirina 3 siyasetmedarên jin ku li paytextê Fransa li Parîsê hatine qetilkirin. Aydin, da zanîn ku ew vê buyerê şermezar dikin û ev qetilkirina 3 siyasetmedaran wekî piravaqasyonê dibînin. Piştî axaftina Aydin, çalekiya pênşema reş bi rûniştina 5 deqeyan bi dawî bû.

Çalakiyên pênçşema reş li navçên Qoser û Dêrika Mêrdînê, navçên Pirsûs û Weranşara Riha yê û li navçên Elbak û Qelqeliya Wan'ê jî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de qetilkirina 3 jinên siyasetmedar ên Kurd hate şermezar kirin. Girsê piştî daxuyaniyan li ber avahiyen şaredariye çalakiyê rûniştinê pêk anîn.