Di Pêncşemên Reş de li dijî cerdevaniyê bertek
Di Pêncşemên Reş de li dijî cerdevaniyê bertek
Di Pêncşemên Reş de li dijî cerdevaniyê bertek
Çalakiyên Pêncşema Reş ên ji bo siyasetmedarên Kurd û şaredar serbest bên berdan her hefte tên lidarxistin, pêk hatin. Di çalakiyan de li dijî pergala cerdevaniyê bertek hate nîşandan.
PEYAS
Li navçeya Peyasê ya Amedê çalakiya Pêncşema Reş a hefteya 163'emîn li ber şaredariyê pêk hat. Dayîkên Aştiyê û xebatkarên şaredariyê tevlî çalakiyê bûn. Serokê Rêxistina BDP'ê yê Peyasê Davut Kesen diyar kir ku, 3 salin siyasetmedarên Kurd di girtîgehan de dîl tên girtin û divê hemû siyasetmedarên Kurd serbest bên berda.
Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê pêk hat.
WÊRANŞAR
Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê ji bi heman armancê li ber şaredariyê çalakî pêk hat. Hevserokên Rêxistina BDP'ê yên Wêranşarê Halîs Aktaş û Servet Kiliç, Wekîlê Şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, rêveberên BDP'ê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wêranşarê Servet Kiliç daxuyanî xwend û wiha got: "Îro 18'ê nîsanê yanî hefteya destpêka operasyonên KCK'ê ye. 4 sal berê operasyonên KCK'ê hatin destpêkirin. Ji wê rojê heta niha wekîl, şaredar û gelek rêveberên BDP'ê hatin girtin. Divê hemû siyasetmedar serbest bên berdan. Li aliyekî behsa şatiyê tê kirin li aliyê din hejmara cerdevanan tê zêdekirin. Ev yek di nav gel de gumanan diafirîne."
PIRSUS
Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî bi heman armancê çalakî pêk hat. Wekila Şaredar Hulya Demîr, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP'ê û sendîkavan tevlî çalakiyê bûn. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê yê Rihayê Sadik Demîr daxuyanî xwend û wiha got: "Di çarçoveya operasyonên hikûmeta AKP'ê de bi hezaran siyasetmedarên Kurd hatin girtin. 165 heftene bi armanca şermezarkirina van operasyonan li qadanin."
ERDÎŞ
Li bajaroka Eganisê ya Erdîşê ji bi heman armancê çalakî hate lidarxistin. Rêveberên BDP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên siyasetmedarên Kurd hatin hilgirtin û pankrata "Dest nedin vîna me" hate vekirin. Rêveberê Rêxistina BDP'ê yê Eganisê Haydar Tenîk daxuyanî xwend û bal kişand ser pêvajoyê û wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin li aliyê din cerdevaniyê zêde dikin. Ev yek hêviya aştiyê dişkêne. Kurd û PKK ji bo aştiyê ya ji destê wan tê dikin lê hikûmeta AKP'ê çava li êrîşên li dijî xwendekarên Kurd ên ji aliyê algirên Hîzbullahê ve pêktên digire."
DÊRÎK
Li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê jî bi heman armancê li ber avahiya Şaredariyê çalakî hat lidarxistin. Wekîlê Şaredar Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê, endamên Meclîsa Şaredariyê û Endamên Tum Bel-Sen'ê tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên Şaredar Çaglar Demîrel û pankrata "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me hinceta jiyana me ye" hatin vekirin. Endamê Meclîsa Şaredariyê Mehdî Kiran daxuyanî xwend û wiha got: "Pêvajo ji aliyê hemû civakê ve tê nîqaşkirin. Komîsyona Mirovên Aqilmend û komîsyona meclîsê gavên biçûk jî be em erênî dinirxînîn. Divê hikûmet bi wêrek tevbigere." Kiran diyar kir ku, hinek pêkanînên civakê bi guman dike pêk tên û wiha axivî: "Çêkirina qereqolan, cerdevanî û amadekariyên operasyonan dibe sedema gumanan. Divê ev yek pêk neyên."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.