Di operasyonên qirkirina siyasî de gelek HDP û DBP'yî hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de li 5 bajaran herî kêm 68 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li 5 bajaran herî kêm 68 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de li 5 bajaran herî kêm 68 HDP'yî û DBP'yî hatin binçavkirin.
STENBOL
Polîsên Tirk li Stenbolê avêtin ser malên rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan. Di serdegirtinan de heta niha 20 siyasetmedar hatine binçavkirin. Di nava binçavkiriyan de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel, hevserokên HDP'ê yên navçeyên Esenyûrt, Gungoren, Uskudar, Avcilar û gelek navçeyên din jî hene.
Polîsan her wiha avêtin ser avahiyên partiyê yên bajar û navçeyan, derî şikandin û li nava avahiyan lêgerîn kirin.
Polîsên Tirk li hundirê avahiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê nivîsa "Em hatin, hûn tine bûn" li ser dîwarê odeyê nivîsandin.
EDENE
Polîsên Tirk li Edeneyê jî avêtin ser malên rêveber û avahiyên HDP'ê yên bajar û navçeyan. Polîsan Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Huseyîn Beyaz û Gulseren Tural jî di nav de 25 kes binçavkirin. Polîsan 25 kesên binçav kirin birin Midûriyeta Polîsan a Edeneyê. Operasyon ji aliyê 500 polîsan, maşînên zirxî, TOMA, helîkopterên polîsan û tîmên taybet ve hat meşandin.
MANÎSA
Polîsan li Manîsayê jî bi ser avahiya HDP'ê û malên HDP'iyan de girtin. Polîsên Tirk di serdegirtinan de Hevserokê HDP'ê yê Manîsayê Ahmet Ertaş jî di nav de 5 kes binçav kirin
ENQERE
Li Enqereyê jî di operasyonên qirkirina siyasî de 17 kes hatin binçavkirin ku di nav de Hevserokê HDP'ê yê Enqereyê Îbrahîm Bînîcî û rêveberên navçeyan hene. Her wiha rojnamevan Kenan Kirkaya jî hatiye binçavkirin.
RIHA
Li Rihayê jî di serdegirtina malan de Hevserokê DBP'ê yê Hîlwanê Yûsûf Kebecî hate binçavkirin.