Di operasyona 'Nelirêtiyê' de kurên 3 wezîran hatin binçavkirin

Di operasyona 'Nelirêtiyê' de kurên 3 wezîran hatin binçavkirin

Di operasyonên "bertîl" û "nelirêtî" yên danê vê sibê de, tevî karsaz Alî Agaoglû û kurên 3 wezîran, gelek kes hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku operasyon di encama şopandineke tekînîkî û fîzîkî ya salekê de, îro danê sibê destpê kiriye. Hat diyarkirin ku hejmara kesên heta niha hatine binçavkirin 22 ye û dibe ku hejmara biçavkiriyan zêde bibe. Li gorî agahiyan, di çarçoveya lêpirsîna bertîl û fesadî xistine nava îhaleyên dewletê de, polîsan avêtin ser 18 navnîşanan.

Di nava kesên hatine binçavkirin de karsazên navdar û kurên 3 wezîran jî hene.

Karsaz Alî Agaoglû, Reza Zerrab û Şaredarê Fatîhê Mûstafa Demîr û Mudurê Giştî yê Halk Bankasi Suleyman Aslan jî di nava binçavkiriyan de hene.

Li gorî nûçeya Radîkalê, kurên 3 wezîran jî di nava binçavkiriyan de hene. Kurê Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar Abdullah Ogûz Bayraktar, kurê Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler Bariş Guler û kurê Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan Salîh Kagan Çaglayan jî hene.