‘Di nivîsandina Kirmanckî de standartek çêbûye’

‘Di nivîsandina Kirmanckî de standartek çêbûye’

Bi pêvajoya nuh ya aştî û demokrasiyê re ku li bakurê kurdistanê destpêkiriye, rewşa zimanê kurdî bêtir ketiye rojevê. Sazî û dezgehên kurdî di nava guftugo û hewldanên girîng de ne. Helbet zaravayê kurmancî bêtir li pêş e, hewldan û helwest bêtir ji bo zaravayê kurmancî tên kirin û nîşandan. Lê belê zaravayê zazakî di rewşek e xeternak de ye, bi keda kes û komên biçûk, cihê xwe di rojavê de digire û berxwedana hebûnê dide. Ji van komên xwedî kedeke mezin grûba xebatê ya Vate ye. Wek tê zanîn komek nivîskar û zimanzanên kirmanckî di sala 1996’an de, li bajarê Stockholmê yê Swêdê hatin cem hev û koma bi navê ”Gruba Xebatê ya Vate” ava kirin. Vê komê li gelek welatên Ewrupa û kurdistanê civîn li darxistin. Di van civînan de, ji bo nivîsînê, bêhtir li ser standartkirina zaravayê zazakî hat rawestan. Gotinên ku di jiyana rojane de tên bikaranîn hatin tespîtkirin, li gor kok û bikaranîna wan î zêde, ji bo pênivîseke baş hatin standartizekirin. Wek din li ser rastnivîsê rawestiyan û encamên di van civînan de hatine bidestxistin di ”Kovara Vate” ya ku di 1997 an de derket tên weşandin. Gruba Xebatê ya Vate, di 2003 an de jî li Stembolê weşanxaneya Vate ava kirin û gelek berhemên bi dimilkî çap kirin. Civîna Koma Xebatê ya Vate di 2013.04.01 ê bi alîkariya şaredariya Amedê li bajarê Amedê hate li darxistin. Me bi rêzdar Denîz Gunduz yê ku yek ji xebatkar û kedkarê vê komê ye re li ser vê civîna dawî ya Gruba Xebatê ya Vate re hevpeyvînek kir û di derbarê rojava civînê de bûn xwedî agahiyên giring.

Konferansa “Grûba Xebate ya Vateyî” ya di derbarê zaravayê kirmanckî-zazakî de li Amedê pêkhat. Mijarên konferansa we çi bûn, çawa derbas bû? Beşdarvan kî bûn?

Deniz Gunduz: “Mijara vê cîvîna me navên heywanan bû. Wek nimûne me bîst, bîst û pênc navên masiyên cûre bi cûre yên zazakî tespît kirin. Dîsa me gelek navên heywanên koviyan û peyvên ku bi heywanên kêdî eleqedar in tespît kirin. “
Kesên ku beşdarê cîvînê bûn ev bûn: Tekîn Agacik (Erzingan), Netîce Altun (Pasûr). Polat Aydin (Çêrmûge), Îbrahîm Bîngol (Gimgim), Nureddîn Celalî (Çewlîg), Zulkuf Demirtaş (Pali), Haydar Diljen (Sêwregî), J. Îhsan Espar (Pîran), Denîz Gunduz (Gimgim), Doxan Karasu (Çewlig), Huseyîn Kulu (Dêrsim), Seyîdxan Kurij (Çewlig), Roşan Lezgîn (Licê), M. Malmîsanij (Pîran), Selîm Mûrat (Pali), Mehmud Nêşite (Licê), Muzafer Xeylanij (Pali), Cemal Pîranij (Maden), Nadîre Guntaş Aldatmaz (Dêrsim)
Cîvîna me çar rojan dewam kir û baş derbas bû. Me di nav çar rojan de gelek peyvên zazakî tespît û standardîze kirin û di cîvîna beyî de jî em ê li ser vê mijarê xebatên xwe bidomînin. Dîsa gelek xwendekarên ciwan yên zazayan hatin ziyareta me û xebata me temaşe kirin.

Xebatên we çi encaman bi xwe re tînin, bandorê li ser pêşketin, parastina zaravayê kirmanckî dike? Ked û xebata we besî parastin, pêşxistin û standartkirina zazakî ye?

“Xebatên me encamên baş didin. Berî xebata me di kirmanckî (zazakî) de standartêk tune bû. Her nivîskarî/ê li gor zanebûna xwe dinîvîsand lê niha standartek çêbû ye. Grûbêk teng ne têde kesên ku dinîvîsîn bala xwe didin ku li gor standarta me binîvîsin. Hema em dikarin bêjin ku ev xebata me di nav gel de ciyê xwe girtiye û kesên kirmanc rûmet didin xebata me û lazimiya vê xebatê jî fehm dikin.
Di van salên dawî de kîtab, kovar û rojnamayên ku bi standarta vê grûbê tên weşandin zêde bûne û ev weşan êdî hîna baş belav dibin. Dîsa di televizyon, radyo û medyaya sosyal de jî li gor berê zêdetir zazakî tê axaftin û nîvîsandin.
Belê, xebatên me bondorê li ser parastina kirmanckî dikin. Ez wisa bêjim; di vê dewra modern de zimanên ku nayên nîvîsandin, zimanên ku nabin zimanê perwerdeyî, zimanên ku tene tên axaftin nikarin hebûna xwe biparêzin. Îro zaf zimanên wisa hene ku dimirin, ji holê radibin. Gotina min şaş meyê fehm kirin, ziman tenê bi nîvîsandinê jî ziman xelas nabe. Di vê meselê de tiştê îdeal ew e ku ziman hem di nav gel de bê axaftin, yanî candar be, hem jî bê nîvîsandin û bibe zimanê perwerdeyê. Di vê rewşê de kesên ku bi kirmanckî dipeyivin hindik bûne û lewra kirmanckî ketiye lîsteya “zimanên ku tehlîkeya xwe heye ku bimire” yê UNESCO.
Di netîceya xebatên me de kesên ku bi kirmanckî dipeyvin her ku diçin zêde dibin. Ciwanên me pirtûk û xebatên ku bi kirmanckî hatine kirin dibînîn û bi baweriya xwe, bi zimanê xwe xûrt dikin. Bo ku di nîvîsandina kirmanckî de standartek çêbûye xwendekarên kirmanckî devokên cuda baştir fehm dikin, baştir ji edebiyata kirmanckî tehm digirin. Tên teşwîqkirin ku ew jî binivîsin û tiştên baş bînin holê.
Rewş her çend bi van xebatan ber bi başî here jî ev xebat bo parastin û pêşxistina ziman bes nînin. Li gor dîtîna min heta ku kirmanckî nebê zimanê perwerdeyê, ji tehlîkeya ku ber bi mirinê ve diçe xelas nabe.

Nêzîkbûna dewletê, ya partiyên siyasî û derdor niha çi ye ji bo zaravayê kirmanckî?

“Berî her tiştî ez behsa nêzîkbûna dewletê bikim. Wek ku her kurd texmîn dike, dewlet bi çavên baş li van xebatên bi vî hawî nanêre. Çawa hûn jî dizanin di nav entelektuelên zazayan de grûbek heye ku dibe zazakî ne kurdî ye, ew dibêjin, kirmanckî bi serê xwe zimanek e. Ev gotin dikare bo zaf mirovan fikrekî mehsum xuya bike lê eslê meselê wisa nîne. Taybetiyek netewebûna kurdan heye; bo zaf neteweyan ziman dikarê bo netewebûna wan sembolek sereke mebe lê bo kurdan wisa nîne, ziman sembola herî girîng ê. Em bêjin bo amerîkayiyan ziman di netewebûna wan de sembolek sereke nîne, Di netewebûna wan de yanî di tarîfkirina nasnameya wan de tiştê herî gîrîng Amerîkayî buyin e. Lê rewşa me wisa nîne. Eger yek bêje, zazakî ne kurdî ye, ew tê wê maneyê ku zaza kurd nîn in û eger zaza kurd nîn in divê ew beşdarî berxwedana bi destxistina heqê çarenûsiya kurdan mebin, wek lazan û çerkezan binêrin li karê xwe.
Ev grûba ku dibên zaza nekurd in îdea dikin ku ew li gorî xebatên îlmî qise dikin. Lê di eslê xwe de rastî ev nîne. Di rastiyê de kesên ku dibêjin zaza nekurd in û ew ê ku dibejin zaza kurd in xwediyê helwestek siyasî ne. Yanî ew mesele jixwe meseleyeke siyasî ye.
Li hemî dinyayê jî jixwe wisa dibe, netewebûn helwesteke siyasî ye. Em bêjin zimanê norweçiyan û swêdiyan zaf nêzîkê hev e, ew hev ji Behdîniyan û Serhediyan baştir fehm dikin lê qet îlîmdarek ranabe û nabêje ev her dû jî yek ziman in, ji ber ku ev her dû mîlet xwe neteweyên cuda dihesebînin. Dîsa ew xebatên îlmî ku qala wan dikin ku cudabûna zazayan îspat bikin jî zaf qels in. Em bêjin ev îlîmdar gotinên zazakî û kurmancî yên herî dûr didin ber hev û wisa hukim didin. Bi vê metodê mirov dikare Behdînanî û Serhadiyan jî ji hev dûr bixe û bêje ew her du devok bi serê xwe zimanên cuda ne. Ji ber xetaba ku hemû devokên kurmancî û zazakî bide ber hev hê nêhatiye kirin, lê ev îlîmdarên biyanî wisa rehet hukim didin. Kesên ku bi kurdî dizanin, çi kurmancî be çi zazakî be, kesên ku baş bi devokên kurdî diaxivin û fam dikin, dizanin ku gramera zazakî û kurmancî texrîben nîspetê %80-90 wek hev e. Çêkirina hevokan û fonetîk wek hev e. Û dîsa peyv texrîben nîspetê %70 î hempar in-hevpar in.
Dîsa zazayan di tarîxê de jî her tim xwe wek kurd bi nav kirine. Em bêjin Dêrsimî ji xwe re “kirmanc” dibêjin, zaf zazayên sûnî ji xwe re kird dibêjin. Û mîletên din wek tirk, ereb û rus jî di tarîxê de zaza wek kurd ditîne, qebul kirine. Di tevgêra kurdan de jî zazayan her dem rolêkî girîng leyîstine. Wek nimûne teqrîben %80 eşîrên ku beşdarê Tevgera Şêx Seîd bûbûn zaza bûn.
Eger rastî wisa ye çira ev gotina “zaza nekurd in” ji xwe re alîgîran dibîne? Zaf sebebê vê rewşê hene, ez dixwazim behsa yên herî girîng bikim. Di vê rewşê de rola sazgehên me yên kurdan zaf girîng e û ji ber vê sedemê ez dixwazim rexne lê bigirim. Sazgehên kurdan çi TV be çi rojname û sazgehên kulturî bin zêde cî nadin zazakî. Wisa bûye wextê ku em dibejin “kurdî” kurmancî tê bîra mirovan. Yanî wisa bûye ku kurmancî wek kurdî hatiye qebulkirin. Ew jî dibe sebebê reaksiyonan. Di van salên dawiyê de sazgehên kurdan dixwazin vê şaşiya xwe rast bikin lê xebatên ku tên kirin zaf qels in. Mesela ev sazgeh li xebatên kesên zana yên kirmancan ku bi salan e li ser kirmanckî hatine kirin nanêrin. Standartê me teqîb nakin, zazakiyeke çêkirî ku dişibe kurmancî bi kar tînin û ev jî dilê zazayan diêşînê.
Divê sazgehên me dev ji vê helwesta xwe berdin û li zazakî xwedî derkevin. Îro em di dewrek wisa de ne. Radyoya dewleta Rusya bi zazakî weşanê dike, dixwaze ku ji zazayan re polîtikaya dewleta xwe bide nasîn. Eger dewletên mezin polîtîkayên wisa didin ber xwe û aktorên siyasî yê kurdan jê kêm dimînin divê rewşenbîrên me li ser vê rewşê xweş bifikirin û encamên vê rewşê baş binirxînin. Gere em bizanin ku zazayek wextê ku TV yên kurmancî fêhm nake zor nadê xwe ku vî zimanî hîn bibe, diçe qanalek tirkî temaşe dike. Ev tiştekî normal e jî. Bi dehan televziyonên ku bi kurmancî weşanê dikin hene yek bi zazakî tune ye, li gor min ev şermeke mezin e. Ez bi vê wesîlê peşniyaz dikim ku bila enstîtuyêk zazakî û televîzyoneke ku bi zazakî weşanê dike bê vekirin.
Min çira dûr û dirêj behsa vê meselê kir? Dewlet vê reaksiyona zazayan baş dibîne û pîştgîriya vê grûba ku dibêje zaza ne kurd in, dike. Niha di unîversîteya Dêrsimê û Çewlîgê de rewş wisa ye. Dewlet van nakokiyan dibîne û dixwaze van nakokiyan li gor menfatên xwe bikar bîne. Dive kurd biaqil û hîşyar bin û ji tarîxa xwe dersê bigirin û bi lez tedbîran bigirin.”

Niha rewşa zaravayê zazakî li bakurê Kurdistanê û tirkiyê çawa ye, ciwan tevî xebatên we yên ziman dibin? 

“Belê, çawa min berê jî gotîbû ciwan zaf eleqedar dibin û dixwazin zimanê xwe hîn bibin û bi vî zimanî binîvîsin. Lê tabî ev kesên wisa hê elît dimînin. Ev jî tiştêkî girîng e, bo ku elîtê vê xebatê çêbûne em dikarin bêjin ku me zazakî ji mirinê gavêkê bi dûr xistiye. Lê eger em dixwazin ku bi têvahî ji mirinê xelas bikin wî wextî lazime ku beşek mezin yên zazayan vê helwestê nîşan bidin.”

Niha wek Grûba Xebatê ya Vateyî hun çi xebatan dikin? 

“Grûba Xebatê ya Vateyî” karê standartkirina kirmanckî dike. Berî her cîvînê em babetêkî diyar dikin û peyvên ku bi vê babatê eleqedar in tespît dikin. Em van dokumenan dişînin ji endamên grûbê re û bi vî hewayî versiyonên cûda yên hêreman tespît dikin û paşî di civînê de li ser munaqaşe dikin ku em kîjanan bo zimanê standart tespît bikin.
Wek nimûne ez “kergû” bidim. Di zazakî de versiyonên “kergû” wek kurmancî zaf in. Zaza hêrem bi hêrem ji “kergo” re “awrês, hawrêş, arwêş, arbêş, hargoş ûwd.” dibêjin. Em dinêrin li kurmancî, kurmanciya xwar (soranî), farsî û yên din. Em tespît dikin ku di zimanên din yên Îraniyan de jî ev peyv ji du peyvan pêk tê: ker û go, mesela faris jî “xargûş” dibêjin û lewre em peyva ku herî nêzîkî kokê xwe ye hildibijêrin û “hargoş” wek standart qebul dikin. Em versiyonên din jî qeyd dikin û wek ferheng çap dikin. Di vê xebatê de tiştê herî girîng ev e ku em karê xwe, wek qanûn nabînin. Em dibêjin ku meyla grûba me ev e ku ev peyv wek standart bê qebulkirin.
“Grûba Xebatê ya Vateyî” van xebatên xwe wek ferheng çap dike, dîsa em qeyîdeyên rastnivîsandinê jî bi vî hewayî diyar dikin û wek pirtûk çap dikin. Û “Kovara Vateyî” wek weşana vê Grûbê tê amadekirin.”