Di nimêjên Înê yên Sivîl de Danîmarka hat şermezarkirin
Di nimêjên Înê yên Sivîl de Danîmarka hat şermezarkirin
Di nimêjên Înê yên Sivîl de Danîmarka hat şermezarkirin
Çalakiyên nimêja Îna ya Sivîl li Êlih, Sêrt, Cizîr, Wan, Melezgit û Farqînê bi girseyî pêk hat. Di çalakiyên nimêja înê ya sivîl de êrîşên li dijî gelê Liceyê û biryara rawestandina lîsansa Roj Tv, Nûçe Tv û MMC yên ji aliyê Danîmarka ve hat dayîn, hat şermezarkirin.
Li Cizîrê nêzî hezar welatî li Parka Şaredariya Cizîrê kom bûn û nimêja înê ya sivîl kirin. Di nimêjê de weazên kurdî hat dayîn. Girseyê di nimêjê de biryara dadgeha Danîmarka ya derbarê MMC, Roj Tv û Nûçe Tv de şermezar kir.
Li Sêrtê jî bi sedan welatiyên ku li qata jor ya avahiya BDP'ê ya Sêrtê kom bûn nimêja înê ya sivîl kirin. Li vir jî xutbe bi kurdî hat xwendin û Danîmarka hat şermezaririn. Girseyê piştgirî da Roj Tv. MMC û Nûçe TV.
ÊLIH
Nimêja Înê ya bê dewlet li Êlihê bi tevlîbûna hezaran kes li hewşa şaredariyê pêk hat. Li hewşê cihê ji bo nimêjê hate amadekirin cih lê nema û li ser vê yekê welatiyan ji bo cihê nimêjê ji xwe re peyda bikin li erdê mehfûr û betaniyan raxistin û ji bo nimêjê ref girêdan. Balkeşe li gel germa zêde li gel rêveber û hilbijêrên BDP, rêveber û endamên MEYA-DER, KURDÎ-DER‘ê bi hezaran welatî tevlî nimêje bûn. Beriya nimêjê endamê Komela Oldarên Zanyar a Êlihê (DA-DER) Mela Kasim Koç, weazên bi kurdî da. Koç bal kişand ser dirûşma “Hikûmet gav biavêje” û wiha axivî: “Tişta ku em jê re dibêjin pêvajoya aşîtî û çereseriyê lê belê ji bo vê qonaxê hêj jî ji aliyê hikûmetê ve tu gav ne hatine avêtinê. Dîsa biryara dadgeha eyaletê ya Danîmarka ku ji televîzyonên me Nûçe, Roj û MMC TV’yê dane em şermezar dikin. Lê gelo em jî pirs dikin dê vê biryarê de hinek îhale hene ku we vê biryarê girtiye. Û dewleta Danîmarkayê xwe wek dewletek bi edalet, hiqûq û demokrasî dide nîşandan. Me demokrasî û hiqûqa we ev e. Li Licê artêşa Tirk xwest êrîşek bi ser gel ve pêk bîne û qetliyamem mezin pêk bîne. Ger ku bûyerên bi vî rengî bên qewimandin ev pêvajo li pêş nakeve. Her wisa em bûyera li tecawizê ku li Midyatê pêk hatiye şermezar dikin û dibêjin bila ew berpirsyar bên girtin.”
WAN
Li Wanê ji bi sedan welatî li otoparka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê nimêja înê kirin.Endamê Komeleya Piştgirî û Alîkariya Oldaran a Wanê Mele Abdullah Oce bi kurdî waez da. Oce di waeza xwe de bal kişand ser girîngiya meha Remezanê û wateya rojiyê ya li ser jiyana mirovan. Oce diyar kir ku, roj ji îmsakê dest pê dike heya merxeb berdewam dike û di vê navberê de divê tu tişt neyê xwarin û vexwarin. Piştî weazê bi sedan welatiyan nimêja înê kirin.
MILAZGÎR
Li navçeya Milazgirê ya Mûşê jî bi tevlîbûna sedan welatiyan nimêja înê li avahiya BDP'ê ya Milazgirê hate kirin. Mela Nurî Adiyaman bi kurdî weaz da. Adiyaman di weaza xwe de bal kişand ser meha Ramazanê û diyar kir ku divê hemû kesên oldar di meha Remezanê de rojiyan bigirin. Piştî weazê welatiyan nimêja înê kir.
ŞIRNEX
Li Şirnexê jî bi sedan kesên ku li konê tenişta avahiya BDP'ê ya Şirnexê hatiye vedan nimêja înê ya sivîl kir. Li Navçeya Farqînê ya Amedê jî bi heman armancê bi tevlêbûna şaredar, endamên meclisa şaredariyê û rêveberên BDP'ê niêj hat kirin.