Di Nimêja Înê ya Sivîl de kujerên 34 kurdan hatin lenet kirin

Di Nimêja Înê ya Sivîl de kujerên 34 kurdan hatin lenet kirin

Li gelek bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê bi hezaran welatiyan Nimêjên Înê yên Sivîl kirin. Di nimêjan de ji bo kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dan, dua hatin kirin. Melayan di weazan de gotin, qetilkirina 34 kurdan di ol û mirovahiyê de cihê wê tuneye û hate diyarkirin ku, divê kesên komkujî pêk anîn bên lenetkirin.

Li Sêrt, Silopî, Êlih, Farqîn, Amed, Nisêbîn, Cizîr, Wan, Colemêrg û Milazgirê bi hezaran welatî ji bo Nimêjên Înê yên Sivîl bikin, derketin qadan. Li Amedê li Suka Binerd ya Selahattîn Eyyobî ya li Derê Çiya, Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanî, Sêrtê li avahiya BDP'ê, Misircê li avahiya BDP'ê, Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariya Êlihê, Farqînê li Mala Şînê ya Navendê, Rihayê li avahiya BDP'ê, Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, Milezgirê li avahiya BDP'ê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê û li navçeya Turgutlu ya Manîsayê li Salona Konferansê ya Musa Anter ya li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.

Melayan bi kurdî weaz xwendin û xudbe dan. Melayan di weazên xwe de bal kişandin ser komkujiya Roboskiyê û wiha gotin: "Xwedê jî tecawiza mafan qebul nake. Ya Star tu mafê 34 waltiyan li cem zaliman nehêle. Em li vir kesên 34 welatî qetilkirin lenet dikin. Duh li Kerbelayê îro jî li Roboskiyê komkujî pêk hat." Melayan di weazên xwe de diyar kirin ku, qetilkirina 34 welatiyên li Roboskiyê di ol û mirovahiyê de cihê wê tuneye û divê kesên komkujî pêk hatin li her derê bên şermezarkirin. Melayan destnîşan kirin ku, ligel di ser komkujiya Roboskiyê de salek derbasbû hêj kiryarên komkujiyê nehatine cezakirin û wiha gotin: "Êdî bila ev zulim xilas bibe û mirov nemirin. Divê hemû kes ji bo demokrasî û aştiyê têkoşînê bidin."

Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêja înê kirin û ji bo 34 welatiyên li Roboskiyê hatin qetilkirin dua hatin xwendin.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî nimêja înê bi hezaran kesan bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskiyê meş li dar xist. Wekîlê Şaredarê Nisêbînê Suleyman Akin, rêveberên Rêxistina BDP'ê yên Nisêbînê, Dayîkên Aştiyê, MEYA-DER, DOKH û bi hezaran kes tevlî meşê bûn.

Di meşa ber bi Qada Newrozê ve hate lidarxistin de pankrata "Em komkujiya Roboskiyê şermezar dikin" hate vekirin û sloganên "Tolhildan", "Ocalan", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin qîrîn. Di meşê de bi dehan ciwanan bi motosîkletan cih girt. Piştî meşê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêzgirtin.