Di Nimêja Înê ya Sivîl de bi hezaran ref girêda
Di Nimêja Înê ya Sivîl de bi hezaran ref girêda
Di Nimêja Înê ya Sivîl de bi hezaran ref girêda
Li Bakûrê Kurdistanê Nimêjên Înê yên Sivîl li gelek bajar û navçeyan bi girseyî hat kirin. Di nimêjên sivîl de bi hezaran kesên ku ref gidêdan xwestin xwîn raweste û şer bi dawî bibe. Di dimêjê de hat xwestin ku pirsgirêka Kurd bi riya aştiyê çareser bibe.
Nimêja Înê ya Sivîl ku her hefte li gelek bajar û naçeyan tê kirin îro jî wekî her roja înê li heman qadan di bir sir û sermayê de hat kirin. Li Amed, Sêrt, Şirnex, Êlih, Wan, Colemêrg û Cizîr, Qoser, Nisêbîn, Misirc, Manîsa û gelek navendên din bi girseyî hat kirin.
AMED
Li Amedê li Sûka Zikê Erdê ya Selahattin Eyyubî ya Deriyê Çiyê nimê hat kirin. Mele Abdulkadir Alar berî nimêjê bi kurdî weaz dan û wiha got: "Hemû pirtûk bi zimanê zikmakî ji pêxemberan re hatine. Divê êdî îbadet jî bi zimanê zikmakî bê dayîn ku baş bê famkirin. Mele Fahrettin Ogurlu jî bi kurdî xutbe xwend û diyar kir ku olê îslamê her tim li gel mazluman cih girtiye û xwest her kes li dijî zilmê derkevin. Pişt re ji bo biratî û aştiyê dua hatin xwendin.
Li navçeya Farqînê li mala Sersaxiyê ya hat kirin. Di nimêjê de banga tevlîbûna Kongreya BDP'ê ya Amedê hat kirin. Mele Husnu Çalişici bi kurdî weaz dan. Li navçeya Bismilêjî nimêj li Parka Halîl Îbrahim Oruç hat kirin. Mele Ahmet Aydeniz nimêj kir û bi kurdi weaz dan.
ÊLIH
Di çarçoveya nimêja Înê ya bê dewlet de vê hefteyê jî li Êlihê nimêj hate kirin. Piştî çend hefteyê ku hewa xweş nimêj hate kirin, îro dîsa li gel hewa sar li Hewşa Şaredariya Êlihê bi hezaran welatî ji bo nimêj bikin amade bûn. Welatiyan ji bo kesên van rojan jiyana xwe ji dest dan dia kirin. Di nimêjê de Mele Cesîm Bozkur weazê bi kurdî da û banga yekîtiyê li kurdan kir. Bozkur diyar kir ku, bila herkes li pêvajoyê xwedî derkeve û anî ziman ku ji bo aşîtî û biratî pêk were pêwîste kes jiyana xwe ji dest nedin û xwîn di herike bê rawestandin. Piştî weazan bi hezaran welatî li pey melê xwe rêz girt.
SÊRT
Li Sêrtê nimêja înê bi tevlêbûna rêveberên BDP'ê yên Sêrtê û xebatkarên şaredariyê hat kirin. Li navçeya Misircê ya Sêrtê jî nimêj li avahiya BDP'ê hat kirin.
NISÊBÎN/QOSER
Li navçeya Qoserê ya jî nimêj li Mala Gel ya Şêx Dawût Yalçinkaya bi girseyîhat kirin. Mele Mehmet Oncu bi kurdî weaz dan û operasyonên siyasî û leşkeri şermezar kir.
Li navçeya Nisêbînê jî nimêja Înê li Baxçeyê Navenda Çanda Mitannî hat kirin. Mele Birehîmé Botî nimêj kir û bi kurdî weaz dan. Piştî nimêjê xwest sibê her kes tevlî mîtînga "Em Rojava silav dikin" bibin. Pişti girsê nimêj kir girseya ku di navde Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Rêveberên BDP'ê nûnerên MEYA-DER, DOKH, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ji di navde bi sedan kesan meşek pêk anîn û çûn mala sersaxiyê ya ji bo gêrîlayê HPG'ê Selîm Ozalp (Cesûr Cûdî) ku li taxa Dîcle hatiye vedan ziyaret kir. Girsê bê navber sloganên "Ocalan", "Bijî Serok Apo", "Heval Cesûr nemire" û "Şehîd namirin" qîr kirin. Meşê li konê sersaxiyê bi dawî bû.
WAN/COLEMÊRG
Li Wanê jî bi hezaran kesan li Otoparka girtî ya Şaredariyê nimêj kir. Bi hezaran kesên di nav de xwendekar û zarok jî hebûn ref girêdan oprasonên siyasî û leşkerî şermezar kir û xwest siyasetmedarên kurd û serbest bên berdan. Di nimêjê de xwest kes derewan neke û her kes rast tev bigerin. Meleyan li vir bi kurdî weaz dan.
Li Colemêrgê jî Nimêja Sivîl ya Înê li avahiya BDP'ê bi girsesî hat kirin. Mele Fikret Turan nimêj kir. Di nimêjê de ji bo aştiyê dua hatin hatin kirin.
Li navçeya Melezgirê ya Mûşê û Navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî bi girseyî nimêja Înê ya sivîl hat kirin û operasyonên siyasî û leşkerî hatin şermezarzirin.
ŞIRNEX
Li Şirnexê Nîmêj li konê pêş avahiya BDP'ê hatiye vekirin hat kirin. Bi sedan welatiyên ku zarok jî di nav de hebûn ref girêdan. Mele Suleyman Caner bi kurdî weaz dan û xwest her kes li hemberi zulmê derkevin. Li navçeya Cizîrê jî nimêj li Mala Gel ya Taxa Cûdiyê bi tevlebûna sedan kesan ve hat kirin. Li navçeya Sîlopiyêya Şirnexê jî nimêj li qada vala ya pêş avahiya BDP'ê bi girseyî hat kirin.
Li navçeya Melezgirê li avahiya BDP'ê ya Melezgirtê hat kirin. Mele Nurî Adiyaman bi kurdî weaz dan. Li navçeya Turgutlu ya Manîsayê jî nimêj li avahiya BDP'ê ya Turgutlu nimej hat kirin.