Di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar

Di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar

 Li bajarên Dêrazorê û Reqa yên Sûriyê di navbera hêzên Rêjîmê û çekdarên DAIŞ/Cebhet El-Nusra şer qewûmîn. Hate zanîn di pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan hene.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li derdora depoyên Saîqa ya Dêrazaorê di navbera hêzên rêjîmê û komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) pevçûn derketine. Hate hînbûn ku di encama pevçûnan de kuştî û birîndarên herdû aliyan çêbûne. Li aliyê din li taxa El-Reşîdiyê ya Dêrazorê di navber hêzên rêjîmê û komên çekdar ên DAIŞ/Cebhet El-Nusra rûdan. Di pevçûnên li vê derê jî, ji herdû aliyan birîndarên çêbûne.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji bajarê Reqayê hatine bidestxistin, li derdora Ferqeya 17 a rêjîmê ku li nêzî bajarê Reqayê ye şer û pevçûnên dijwar di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên DAIŞ'ê derketine. Hate hînbûn ku di pevçûnan de  kuştiyên herdû aliyan hene.