Di navbera artêşa Iraqê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket

Artêşa Iraqê danê sibehê li Giyareyê dest bi operasyonê kir. Di encama şerê li vir de nexweşxane û gelek cih ji çeteyan hatin paqijkirin.

Îro serê sibê artêşa Iraqê operasyonek berfireh li dijî çeteyên DAIŞ'ê li bajarokê  Giyare yÊ ser bi parêzgeha Mûsilê da destpêkirin. Şerê li vê herêmê, niha jî dewam dike. Artêşa Iraqê nexweşxane û çend navendên sereke yên li vir kontrol kiriye.
 
Li gorî agahiyan, çeteyên DAIŞ'ê ji herêmê direvin. Nahiyeya Giyare, cihê herî stratejîk e ji bo operasyona rizgarkirina Mûsilê. Ev demeke ku artêşa Iraqê hewl dide vê nahiyeyê bigire.