Di nava Rewşa Awarte de 25 Kurd bi wesayitên zirxî hatin kuştin

Hêzên AKP'ê yên bi pere dixebitin, bi garantiya ku wê neyên cezakirin li Kurdistanê mirovan dikujin. Ji meha Tîrmehê û vir ve 25 sivîl bi wesayitên zirxî hatin kuştin. Tenê di nava hefteyekê de li Licê 8 sivîl bi wesayitên zirxî hatin kuştin.

Polîs, leşker û cerdevanên ku hikumeta AKP'ê piştî ragihandina Rewşa Awarte di mijara kuştinê de bi her awayî erkdar kirin, li Kurdistanê mirovan dikujin. Bi taybetî di rojên dawî de li nava kolanna, li qirax rê, wesayitên zirxî pê li mirovan dikin û dikujin. Hêzên AKP'ê yên bi pereyan dixebitin, di gelek bûyeran de pêwîstiyê pê nabînin ku bisekinin, bi ti awayî nayên girtin, nakevin ber lêpirsînê û îfadeya wan jî nayê girtin. Di kuştinên bi wesayitên zirxî de delîl di nava lepên kujeran de ji bo kujeran tên guhertin, ya jî tên tinekirin.

LI LICÊ DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 8 KES BI WESAYITÊN ZIRXÎ HATIN KUŞTIN

Hejmara mirovên di nava 2 rojên dawî de li Licê bi wesayitên zirxî hatine kuştin radixe pêş çavan, bê hêzên AKP'ê çiqasî bê perwa bûne. Li ser reya Licê-Çewligê, mîdîbuseke ku tîmên tevgera taybet tê de bûn, roja 19'ê hezîrane li mînîbusekê qelibî û di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan, 19 jî birîndar bûn. Xizmên van kesên sivîlên hatin kuştin, ku çûn sersaxiya malbatên wan, piştî rojekê bi wesayita zirxî hatin kuştin. Dema ji serdana sersaxiyê vedigeriyan, li deşta Fîsê ya Licê wesayita zirxî li wesayita wan qelibî û di encamê de Mahmût Oner (74), Mevlut Dagtaş (64), Abdulhamît Dagtaş (63), Fîkrî Demîrbaş (53) û Zeynep Demîrbaş (76) jiyana xwe ji dest dan.

Li Licê, jina bi navê Pakîze Hazar ku ji bo mûçeyê xwe yê extiyarê bikişîne hate navenda navçeyê, roja 14'ê Hezîranê wesayita zirxî a polîsan lê qelibî û jiyana xwe ji dest da. Ev wesayita zirxî nesekinî û reviya. Parçeyên cenazeyê Hazar jî ji aliyê birayê wê ve, ku bi tesadûfî hate cihê bûyerê, hate komkirin.

Duh jî li navçeya Elkê, wesayiteke zirxî li pêşiya navçeyê li wesayiteke sivîlan qelibî û 3 welatî birîndar kir.

JI MEHA TÎRMEHÊ Û VIR VE 25 SIVÎL KUŞTIN

Ji meha Tîrmehê dema ragihandina Rewşa Awarte û vir ve, sivîlên ji aliyê wesayitên leşker û polîsan ve hatin kuştin û birîndarkirin, wiha ne:

"Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, roja 9'ê Hezîranê wesayita zirxî ya polîsên tîmên taybet li motorsîkletekê xist. M.Ş.B. (17) ê li ser vê motorsîkletê bi giranî birîndar bû. Ev zarokê ku hê li nexweşxaneyê ye, lingê wî ji çongê ve hate birîn.

Li Wanê, ji 2 welatiyên ku roja 28'ê Nîsanê ji ber lêdana wesayita zirxî ya polîsan birîndar bûn, Samî Ûçan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 7 kes ji ber lêdana wesayita zirxî birîndar bûn.

Li navenda bajarê Wanê, roja 18'ê Nîsanê wesayita zirxî li kolana 2 Nîsanê li 2 sivîlan xist. Ji van Abdulvahap Taş bi giranî birîndar bû. Taş ku cegera wî parçe bû û hiş ji serê wî çû, bi rojan li nexweşxaneyê ma.

Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiya ya Şirnexê, di şeva 3'ê Nîsanê de panzera Elman dîwarê xaniyekî xera kir û kete hundirê malê. Mûhammed ê 7 salî û Fûrkan Yildirim ên 6 salî, ku li odeyê razayî bûn, di binê panzerê de jiyana xwe ji dest dan. Girtiya kiryar hate redkirin û ev bûyera kuştinê jî weke 'qeza' û 'qederê' hate nîşandan. Halbûkî hatibû îdîakirin ku tevî xemsariya polîs, her wiha alkol jî vexwaribû.

Li taxa Ofîs a Amedê, wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî roja 29'ê Adarê li mînîbusa li rawestgeha rêwiyan bû, ket. Di encamê de 4 rêwî birîndar bûn. Di Nîsana 2016'an de li heman cihî, wesayita zirxî ya leşkerî ya bi tîpa Kîrpî li Hatûn Elhûman a 55 salî xistibû û Elhûman a di binê wesayitê de ma, jiyana xwe ji dest da bû.

Li navçeya Hezex a Şirnexê, roja 21'ê Adarê, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Ejder li wesayiteke sivîlan a diçû Cizîrê xist. Di bûyerê de Okan Înce, Bahadir Beyazlioglû û kesekî navê wî nehate hînbûn jiyana xwe ji dest da.

Li benda kontrolê ya polîsan a li ser rêya Sêrt-Êlihê, roja 4'ê Adarê wesayita zirxî dema bi paş ve dihat li Kerem Arslan (34) ê bi telefonê daxivî xist. Arslan ê di binê wesayitê de ma, jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, 9'ê Sibatê xwendekara dibistana seretayî Berfîn Dîlek a ji dibistanê vedigeriya malê, ji ber ku wesayita zirxî lê xist, jiyana xwe ji dest da.

Li Cizîrê, di 24'ê Cortmeha 2016'an de, zarokê bi navê Hakan Sarak (5) ê li kolana xwe bi gogê dilîst, di binê wesayita zirxî de ma û jiyana xwe ji dest da. Polîsên ku pê li vî zarokê biçûk kirin, wesayit jî nesekinandin û reviyan.

Li sûka Geverê, roja 8'ê Cotmeha 2016'an, wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra gule li sivîlan reşand. Ji ber vê gulereşandinê welatiyên bi navê Aydin Tumen, Serhat Bûldan, Rahmî Sefali û Nejdet Îşozu jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn. Piştî vê komkujiya ku li navçeyê rê li ber nerazîbûneke mezin vekir, derew hate kirin ku di çeka wesayitê de pirsgirêk derketiye.

Li meydana Seyîd Riza ya Dersimê, roja 6'ê Îlona 2016'an wesayita zirxî ya bi tîpa Kobra pê li jina bi navê Naciye Ozdemîr (71) kir. Wesayita zirxî hewl da ji cihê bûyerê bireve, lê gel li dorê civiya û nerazîbûneke mezin nÎşan da. Heta hatina dozger, gel nehişt wesayit li şûna xwe bilive. Lê belê ev cînayet jî hate nixumandin.

Li taxa Xaçort a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, roja 30'ê Tebaxê, welatiyê bi navê Mûstafa Dûman (17), ku li hewşa mala xw rûniştibû, ji ber guleyên ji wesayita zirxî li derdorê hatin reşandin, birîndar bû. Dûman li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, roja 7'ê Îlonê jiyana xwe ji dest da.

Li navenda Wanê, roja 24'ê Tîrmehê li pêşiya Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Rêya Armûşê, wesayita zirxî pê li Taha Kiliç ê 4 salî kir û ew kuşt. Malbatê diyar kir, polîsan bi zanebûn kurê wan kuştiye.

Li Geverê, roja 18'ê Tîrmehê, Surmî Înce ya 55 salî ku taştê dibir ji zarok û hevserê xwe yên li bajarokê Xirvatê giha diçinand, ji ber gulereşandin aji wesayita zirxî hate kuştin.