Di nava hefteyekê de du carin ajansa MA tê astengkirin

Ajansa Mezopotamya (MA) herî dawî di nava hefteyekê de bû cara duyemîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve tê astengkirin.

Saziya Agahiyên Teknolojiyê û Ragihandinê (BTK) bi biryara Dadgeha Cezayê Sulhê ya 1'emîn a Osmaniyeyê navnîşana mezopotamyaajansi28.com jî ya ajansa me Mezopotamyayê (MA) asteng kir. 

Di 22’yê sibatê de jî Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3’yemîn a Kayseriyê navnîşana ‘mezopotamyaajansi27.com’ a  ajansa Mezopotamyayê asteng kiribû. BTK'ê heya niha 28 caran navnîşanên Ajansa Mezopotamyayê asteng kiriye.

Navnîşana nû ya ajansa ma ev e: ‘mezopotamyaajansi29.com’