Di mijara qedexeya PKK'ê de li Elmanyayê ti pêşketin nîne!

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ji bo pirsa "Li gorî bûyerên nû yên li Rojhilata Navîn diqewimin, wê qedexeya li ser PKK'ê ji nû ve bê nirxandin?" bersiva "Na" da. Wezaretê, der barê têkoşîna azadiyê ya Kurd de gotinên xwe yên berê dubare kir.

Berevajî îdîaya "Hûn destekê didin PKK'ê" ku rejîma Erdogan ji rêveberiya Berlînê re dibêje, Elmanya li dijî tevgera azadiyê ya Kurd çi jê tê dike û mesaj da ku ji niha û pê ve jî wê heman dijberiyê bike.

Qenala televîzyonê ya ARD'ê, nêzîkatiya Elmanyayê ya li têkoşîna azadiyê ya Kurdan ku li qada navneteweyî hevalbendê herî baş ê DYA ye bi bîr xist, bal kişand ser desteka ji hêzên demokratîk ên li Rojava û Bakurê Sûriyeyê re û pirsa "Li gorî van bûyerên nû, hûnê qedexeya li ser PKK'ê ji nû ve binirxînin?" li Wezareta Karên Hundir kir.

Pirsa navborî di bernameya "Panaroma" ya ARD'ê de hate kirin û wê îro danê êvarê bê weşandin. Rayedarê Wezareta Karên Hundir a Elman bi zimanekî vekirî ji bo vê pirsê bersiva "Na" da. Berdevkekî wezaretê yê di bernameyê de axivî got, "Li gorî me, PKK rêxistineke ku hê jî dixwaze bi rêya şîdetê bigihêje armanca xwe."

Berdekvê wezaretê bal kişand ser biryara sala 2010'an a Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal û got, "PKK hên jî rêxistineke terorîst a biyanî ye." Bi vê biryarê re ku di nava raya giştî de weke "Qanûna 129b" tê naskirin, bi dehan siyasetmedarên Kurd ketin ber lêpirsînê û cezayê girtîgehê li gelekan hate birîn.

'NÊZÎKATIYA ELMANYAYÊ YA LI ROJHILATA NAVÎN CUDA YE'

Bernameya navborî wê êvara Pêncşemê saet di 21:45'an de bê weşandin. Edîtorên bernameyê jî ji bo bersiva "Nêzîkatiya me ya li PKK'ê wê neguhere" ya wezaretê ev şîrove kirin: "Berlîn dixwaze vê bêje; Hevkariya Amerîkiyan a li ser rûyê erdê bi milîsên Kurd dike, me qet eleqedar nake. Li gorî me ew hê jî terorîst in."

Tê gotin, ev nêzîkatî tê wê wateyê ku Berlîn li gorî Washîngtonê polîtîkayeke cuda li Rojhilata Navîn dimeşîne. Bernameya "Panaroma" her wiha bal kişand ser nêzîkatiya tund a polîsan a li dijî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG'ê û got, "Li gorî Elmanyayê ev ev sembol veguherîn alên PKK'ê û bi rêya van propaganda PKK'ê tê kirin."

DI NAVA 13 SALAN DE 4500 LÊPIRSÎN HATIN VEKIRIN

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê di meha Tebaxê de ragihandibû, ku di çarçoveya qedexeya li ser PKK'ê de di nava 13 salan de 4500 caran lêpirsîn hatine vekirin û li 240 kesî bi îdîaya "endametiya rêxistineke terorê ya biyanî" doz hatiye vekirin. Ji sala 1992'an û vir jî bi îdîaya "rêveberê PKK'ê ne" li 90 kesî cezayên giran ên girtîgehê hate birîn.

Niha 14 siyasetmedarên Kurd li girtîgehê ne. Tê gotin, Dozgeriya Federal bi îdîaya ku "Pêwendiya xwe bi PKK'ê re heye" 24 lêpirsîn vekiriye.

ŞÎDETA POLÎSAN A LI DIJÎ KURDAN ZÊDE DIBE

Di vê dema dawî de, ne kêmî salên 1990'î şîdeta polîsên Elman a li dijî xwepêşandêrên Kurd zêde bûye. Polîsên Elman xwe li xwepêşandanên ku wêneyên Ocalan, alên PYD, YPG û YPJ'ê ranagirin.

Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ij eyaletan re şandibû û ji wan xwestibû ku alên PYD, YPJ û YPG'ê, her wiha gelek flamayên sazî û partiyên Kurdan qedexe bikin. Wezaretê dabû xuyakirin ku ev fermanname di çarçoveya "nûkirina" qedexeya li ser PKK'ê hatiye şandin.

Ji sala 1993'an û vir ve PKK li Elmanyayê qedexe ye. Argumanên hikumeta Elman ên li ser qedexekirina PKK'ê timî tên guhertin. Biryara qedexeyê ku berê dihat gotin "ji ber endametiya NATO ya Tirkiyeyê û berjewendiyên berê" hatiye girtin, di salên dawî de bi gotina "Ji ber ewlekariya navxweyî ya Elmanyayê" tê dewamkirin.