Di mijara kongireya Partiya Çepgir a Ewropa de Kurd jî hebûn
Di mijara kongireya Partiya Çepgir a Ewropa de Kurd jî hebûn
Di mijara kongireya Partiya Çepgir a Ewropa de Kurd jî hebûn
Di kongireya Partiya Çepgir a Ewropa ku li paytextê Îspanya Madrîdê civiyan pirsgirêka Kurd û Tirkiye jî hatin dest girtin.
Partiya Çepgir a Ewropa (ASP) di navbera dîrokên 13-15’ê Kanûnê de kongireya xwe civand. Kongireya ku li Madrîd’ê hat kirin di pêvajoyekî ku krîza aborî kûr dibe û bê karî zêde dibe tê çêkirin.
Di navbera dîrokên 22 û 25’ê Gulanê de ji 28 dewletên endamên Yeketiya Ewropa wê 380 hilbijarvan 751 parlementerên Ewropa bi hilbijêre. Ji hilbijartinên 2009’an şûnde li welatên Ewropa bê karî û feqîrî zêde bûye. Di daxuyaniya ku partiya Çepgir a Ewropa kirî de ji bo krîza ku heyî re “gulobal, sîstemî û şaristanî” got.
Kongire di şert û mercekî wiha de civiya. Di dema nîqaşên ku li ser qezenc kirina dengên hilbijartvanan yên ku di sindoqan de dihatin kirin peyamekî ku ji serçêkerê hatî diyar kir ku berê vê kongireyê ber bi kolanê ve ye bi nav kir.
Nûnerê BDP’ê yê Ewropa Eyyup Doru ku tevlî kongireyê bû di axaftinên ku li vir kirîn de bi teybet bal kişande ser pêşketinên li Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê. Doru ji pêkhateyên kongireyê xwest ku piştgiriya projeya xweseriya demokratîk a Rojava bikin û weke projeya xwe bibînin.
Doru ji pêkhateyên kongireyê daxwaza alikariyê ji bo pêvajoya çareseriya demokratîk a li Tirkiyê xwest. Tê payin ku di 15’ê Kanûnê de pêş belgenameya encamê bê xwendin Doru axaftinekê bike.