Di mîhrîcana Dêrsimê de Sakîne Cansiz nehat jibîrkirin

Di mîhrîcana Dêrsimê de Sakîne Cansiz nehat jibîrkirin

Di roja sêyemîn ya 13’emîn Mîhrîcana Xweza û çandê ya Munzurê de bi tevlîbûna hezaran kesî konserek pêk hat û her sê siyasetmedarên Kurd yên li Parîsê hatin qetilkirin, hatin bibîranîn.

Mîhrîcana Xweza û Çandê ya Dêrsimê ji aliyê şaredariya Dêrsîmê ve tê organîzekirin di roja sêyemîn de bi konserekê berdewam kir. Bi hezaran kes bi dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo, Bijî berxwedana YPG’ê hevala Sakîne nemire’ tevli konserê bûn. Li qada konserê pankartên bi nivîsa ‘berxwe bide rojava Munzur bi te re ye, tenduristiya serok Apo tenduristiya gelê kurde hat daliqandin. Destpêkê Kolektîfa Hunerê ya RED derket ser dîk3e. Ji bo kesê di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest dane helbest û stran hatin gotin. Piştre koma muzîkê ya bi navê Muptela-î Gam derket ser dîkê. Piştî vê jî Dogan Çelîk derket û stranên kurdî û zazakî vegot.

Hunermendê kurd Xemgîn Bîrhat jî stranên xwe vegotin û beriya stranan vebêje axaftinek kir û got gelê Dêrsîmê ne bi tenê ye.

Piştre Niyazî Koyuncu derket ser dîkê û stranên xwe vegot. Bi hunermend Ferhat Tunç heta dereniya şevê konserê berdewam kir û her wiha Koma Şanoyê ya Areye Kay jî lîstika bi navê ‘Xirma Çek’ lîst.