Di meşa li dijî Naziyan de Erdogan hate protestokirin

Di meşa antîfaşîsta a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê hate lidarxistin de, dagirkerina Efrînê hate protestokirin.

Li meşa weke kevneşopiyeykê ya li dijî Neonanizim a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ku her sal tê lidarxistin, partiyên siyasî, sendîka, saziyên xivîl û rêxistinên cianan jî di nav de gelek derdorparêz xwepêşandanên protestoyî lidar dixin. Di meşên têde dirûşmên “Rê nadin faşîzmê” û “Nazî bicehenimin” tên qîrkirin de, li gelek nuqteyên bajêr meş tên lidarxistin. Di meşê de peyamên piştgiriya berxwedanê hatin dayîn.

DI MEŞÊ DE ALÊN YPG-YPJ’Ê HATIN LIBAKIRIN

Di meşa endamên Civaka Demokratîk a Kurd a Dortmûndê jî tevlî bû de, êrîşên Erdogan û dagirkeriya wê ya li Efrînê hatin protestokirin. Bi pankartan bazirganiya çekan a hikûmeta Merkel a bi Tirkiyeyê re hate protestokirin. Di tevahiya meşê de alên YPG/YPJ’ê hatin libakirin û dirûşmên piştgiriyê hatin qîrkirin.

Di meşa bi hezaran polîs hatin erkdarkirin de, li hinek herêmên Dortmûndê îlankirina rewşa awarte bal kişand.