Di Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin

Li Amedê di dema bertekên li hemberî astengiyên Meşa Azadiyê de 28 kes hatin binçavkirin.

28 kesên ku beşdarî Meşa Azadiyê ya bi pêşengiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bûn, hatin binçavkirin.

Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Navçeya Yenîşehîrê û Qereqola Polîsan a Şehîtlîkê. Hat diyarkirin dibe ku hejmara binçavkirinan zêde bibe.