Di mehekê de 28 karker di kanan de mirin

Di mehekê de 28 karker di kanan de mirin

Sendîkaya bi navê Dev Maden Senê aşkera kir ku di meha buhrî de 28 karker di kanan de mirine û 10 karker jî birîndar bûne. Sendîka da zanîn ku berpirsê van mirinan hikûmet, karsaz û sendîkayên hevkar in.

Desteya Rêveber a Sendîkaya Karanîn û Lêgerîna Kanan a Şoreşger a Tirkiyeyê (Dev Maden Sen) bîlançoya karkerên ku di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn aşkera kir.

Sendîkayê da zanîn ku berpirsên van mirinan di serî de hikûmet, karsaz û sendîkayên alîgirên hikûmet karsazan in.

ÇAWA MIRIN?

Li gorî agahiyên ku di encama lêkolîna Dev Maden Senê de hatine komkirin, di encama qezayên di kanên madenan de pêk hatine de 28 karker jiyana xwe ji dest dane û 10 karker jî birîndar bûne.  Dev Maden Senê ev agahî da:

"15 COTMEH 2014 – Li gundê Akpinar ê Egirdir ê Ispartayê di encama ku kamyoneta ku xwarin ji bo karkerên madenê dianî qelibî karkerên bi navê Dursun Ozan, Mehmet Özalp, Ziya Yılmaz, Musa Olgun û Muammer Keskin jiyana xwe ji dest dan. Her wiha, karkerê bi navê Coşkun Eryilmaz jî birîndar bû.

19 COTMEH 2014 – Li gundê Yeşîlyurt ê navçeya Sutçuler a Ispartayê, di Kana Mermerê de eksavator li ser karkeran ket û karkerek jiyana xwe ji dest da.,

27 COTMEH 2014 –Li gundê Pamuklu yê navçeya Ermenek a Karamanê di kana lînyit a şîrketa bi navê Has Şekerler Madencilik Ltd. Şti. Di encama rabûna avê de 28 karker jiyana xwe ji dest dan.

27 COTMEH 2014 – Li gundê Dîvane yê navçeya Gulayli yê Ordûyê de, di kana keviran de karkerê bi navê Mustafa Bektaş (45) di bin kamyonê de ma û jiyana xwe ji dest da.

31 COTMEH 2014 – Li gundê Tarlagzi yê navçeya Amasra ya Bartinê di şîrketa Hema Enerji A.Ş  ya girêdayî Hattat Holdingê de, di encama hezazê de du karkerên Çînî yên bi navê Maoshun Yang (38) û Shoujle Sun (37) jiyana xwe ji dest dan û karkerek birîndar bû.

31 COTMEH 2014 – Li gundê Gelîk ê navçeay Kîlîmlî yê Zonguldakê di ocaxa kevir a sektora taybet de karkerê bi navê Mustafa Turan (46) ji ber benê di navbera du wagonan de qut bû di navberê de ma û jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên ku gihiştine destê sendîkaya me di meha Cotmehê de 6 qeza pêk hatine, di van qezayan de 28 karker jiyana xwe ji dest dane û 10 karker jî birîndar bûne."