Di meha Tebaxê de rewşa rojnamegeran

Înîsayatîfa Rojnamegerên Azad di meha Tebaxê de zextên li ser rojnamegeran eşkere kir û diyar kir ku a niha 187 rojnameger girtî ne.

Înîsayatîfa Rojnamegerên Azad li Şaxa Amedê ya ÎHD’ê civîneke çapemeniyê li dar xist û rapora meha Tebaxê eşkere kir.

Di raporê de hate gotin ku, “Divê şertên xebatê yên saziyên çapemeniyê û weşanan were başkirin û ji bo ku gel karibe xwe bigihîne nûçeyan divê ev mafê wan neyê astengkirin. Gelekî eşkere ye ku di serdema AKP’ê de dijminatiya li hemberî çapemeniya azad zêdetir bûye. Hemû saziyên çapemeniyê yên mûxalîf an hatin girtin an jî hatin qelskirin. Qaşo Rewşa Awarte rabûye lê îtîbara saziyên çapemenî û weşanê nehate îadekirin. Rapora me diyar dike ku dijminatiya AKP’ê ya li dijî çapemeniya azad piştî rakirina qaşo ya Rewşa Awarte zêdetir dibe.”

187 ROJNAMEGER GIRTÎ NE

Di raporê de hate diyarkirin ku di meha Tebaxê de 187 rojnameger girtî ne, 6 rojnameger hatine destgîrkirin, 4 rojnameger hatine girtin, 8 rojnameger hatine darizandin, ji 2 rojnamegeran de 6 meh cezayê girtîgehê hatiye dayîn û li girtîgehê cezayê ragihandinê li rojnamegerekî hatiye birîn.